• Paulo Nimer Pjota dide zanîn ku ew parçeyên dîrokî kom dike û van parçeyan bi hev ve dizeliqîne û bi vî awayî berhemên xwe hazir dike.

Huneremendê Brezîlyayî Paulo Nimer Pjota bi hizreke cuda tobloyên balkêş disêwirîne. Malzemeyên ku ji bo hunerê xwe bi kar tîne giş ji kolanan dide hev û ew van malzemeyan vediguherîne tiştekî din. Karên wî xwedî disîpleneke tevlîhev in, meriv dikare şopên wêne, peyker û asamblajê di xebatên wî de bibîne. Yanî malzemeyên wî xwezayî û yên çêkirî ne. Ew bi malzemeyên hazir berhemên xweşik diafirîne. Xebatên wî di heman demê de dikin ku meriv li ser hin tiştan biramin û bîra hin tiştan bibin. Jixwe, Paulo Nimer Pjota jî dema van xebatên xwe yên hunerî disêwirîne ji mîtolojiya Brezîlyayê sûdê werdigere û dide pey şopa şaristaniyên kevn. Her wiha bibîranînên zarokatiya wî jî kirine ku ew bi vî hunerî dakeve û wî jî daye pey bibîranînên xwe yên li gund ên dema zarokatiyê. 

Paulo Nimer Pjota dide zanîn ku ew parçeyên dîrokî kom dike û van parçeyan bi hev ve dizeliqîne û bi vî awayî berhemên xwe hazir dike. Ew li taxeke kevn a Sao Paulo dimîne û atolyeya wî jî li heman taxê ye. Taxa ku ew lê dimîne weke taxa karkeran jî tê zanîn û nêzî wî qet galerî û hunermend tine ne. Wî ev tax ji ber ku erzan bûye tercîh kiriye, her wiha ji bo rabuhiriya taxê ya kevn jî xwestiye li wir bi cih bibe, ji lewre  xwe li wir rehet hîs dike û baştir diafirîne.

Ji bo wî muzîk her tişt e

Paulo Nier Pjota bi bîr dixe ku bi carekê dikare li ser 10 ta 15 asamblajan bixebite û van xebatên xwe ji bo pêşangehan amade bike. Taxa ku lê dimîne taxeke mezin e. Lê li gel mezinbûnê bêdengî û aramiya taxê îlhamê dide wî da ku bixebite. Dema dixebite jî herî zêde muzîk hevrêyê wî ye; “Ez her roj bi saetan li muzîkê guhdar im. Ez û asîstanê xwe Fabio, em ji heman muzîkan hez dikin, ev şansê min e. Em li muzîkên weke Hip-hop, Funk û caz guhdarî dikin. Hin caran jî em li podcastan guhdarî dikin. Di jiyana min de tişta herî girîng muzîk e. Dikarim bibêjim muzîk, nihêrîna min a civakî û polîtîk diyar dike. Dinyaya min bi muzîkê teşe digire, heta cilên ku li xwe dikim jî bi tesîra muzîkê li hev tînîm.”

Qet nasekine û her dixebite

Paulo Nier Pjota pêvajoya xebata xwe bi manewiyatê ve girê dide û diyar dike ku manewiyat ji bo wî girîng e. Ew ji kesên ku dixwazin werin wî li studyoyê bibînin re jî vekirî nîne, dide zanîn ku ew li wir wextekî dirêj derbas dike û cihê xebatê jiyana wî îfade dike. Ji lewma heta ji destê wî tê atolyeya xwe paqij dihêle û ji 10’ê sibehê heta 6’ê êvarê li atolyeyê dixebite. Dema dibe êvar ez û asîstanê xwe her tiştî paqij dikin da ku em sibehê bi motîvasyoneke baş bixebitin. Ez bi rêk û pêk dixebitim û naxwazim qet bisekinim, ji lewma jî divê atolyeya min tim paqij be. Hin sibeh û êvaran ji bo xwedayan findan pê dixim, vê yekê weke rîtûelekê dikim. Lê ez bînim bîra we, vî tiştî tenê ji bo hin xwedayên ku ez baweriyê bi wan tînim, dikim.”

Hin xebatên Paulo Nimer Pjota heta 24’ê Nîsanê dê li “Maurenn Paley” a Londonê werin nîşandan. 

NAVENDA NÛÇEYAN