- Mahmut Celayir; “Hafizeya axê û xwezayê ji bo min girîng e û ev tişt beriya her tiştî tê ji bo min. Ji lewma ez her tim li xwezayê û li gundê xwe vedigerim û dikim çavkaniya hunerê xwe.”
XASÊ CÛNÊ / STENBOL
Şêwekar Mahmut Celayir yek ji hunermendên Kurd e ku bi hunerê hevçerx re mijûl e û heya niha gelek pêşangehên wî yên solo pêk hatine. Hewldanake Mahmut Celayir heye ku divê beriya her tiştî mirov behsa wê bike. Ji ber ew ji Bîngolê ye nexasim bala bînerên xwe dibe ser Kirmanckî û hema bêje hemû navên pêşengehên wî bi Kirmanckî ne. Beriya niha pêşengehên bi navê “Hesareg” û “Yeling” yên Celayir pêk hatibûn û li van pêşengehên wî wêneyên wî yên ku di bin bandora xwezaya Bîngolê de mane hatibûn nîşandan. Ji xwe Hesareg navê çiyayekî Bîngolê ye û Yeling jî “gulik”a bi Kurmancî ye. Celayir herî dawî bi pêşangeha xwe ya bi navê
“Peykerûn” ku dîsa navekî Kirmanckî ye derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Pêşangeha “Peykerûn” ya Celayir bi pêşengiya “İş Sanat Kibele Sanat Galerisi” li Stenbolê hat vekirin û heya 16’ê Nîsana 2022’an dê ji bo serdanan vekirî bimîne. Celayir ê ku bi wêneyên xwe yê xwezayê bêhtir derdikeve pêş vê carê jî li deşt û çiyayê Bîngolê geriyaye û çavdêriyên xwe yên li wir resmandiye. Çavkaniyên wêneyên Celayir, Bîngol û xwezaya wê ye û xebatên wî yên di vî warî de jî xwedî şêwaz û vegotineke hevçerx in. Ji xwe ew jî vê rewşê wiha rave dike, “Xwezaya Bîngolê pirr bala min dikêşe û ji her warî ve min têr dike. Dikarim bibêjim ku ez şêwekarekî xwezayê me.”
‘Hafizeya axê û xwezayê girîng e’
Dema mirov li ser hunerê Celayîr hûr dibe û li tabloyê wî dinihêre bandora xwezaya Bîngolê û çiyayên wê di hemû xêzên wî de xwe didin der. Yanî mirov bi rehetî dikare bibêje ku xwezaya Bîngolê bûye nasnameya wêneyên wî. Elbet nihêrîna wî ya li xwezayê ne nihêrînek ji rêzê ye, ew xwezayê bi formên nû nîşanî me dide û di van formên wî de ramaneke kûr heye. Celayîr dibêje ku wî daye pey hafizeye axê û xwezayê û wiha behsa rêwîtiya xwe ya Bîngolê dike, “Hema bêje ez her havîn diçim gundê xwe û li wir derdikevim gera xwezayê. Dema ez digerim ez bingeha wêneyên xwe jî datînim, yanî ez ji vir destpê dikim. Ji bo min destpêka tabloyên min ev ger û çavdêriyên min yên li nav xwezayê ne. Yanî elbet ez naxwazim tenê çiya û deştên xweşik xêz bikim. Li wir şopên kevn hene, koçberî, sirgûnî û kuştin çêbûne. Yanî tenê bi têgeha ‘xwezayê’ naxwazim pênase bikim. Ew tevger û enerjiya xwezayê bi awayekî razber weke formekê nîşan didim. Hafizeya axê û xwezayê ji bo min girîng e û ev tişt beriya her tiştî tê ji bo min. Ji lewma ez her tim li xwezayê û li gundê xwe vedigerim û dikim çavkaniya hunerê xwe.”
Dapîr û tesîra serpêhatiyên berê
Tiştekî girîngtir jî heye ku piçûkatiya Celayîr li gundekî Bîngolê derbas bûye û jiyana gundewarî ya xwezayî li ser nihêrîna wî ya hunerê bandoreke baş çêkiriye. Heta ew di wan deman de ji radyoyên destan li dengê Beethoven guhdar kiriye û bi vî dengî li çêkirina wêneyan sor bûye. Celayir dibêje ku wê demê gelek pirsên wî hebûne û meraqa wî gelek bûye. Ew dema behsa ciwaniya xwe dike dapîra xwe jî ji bîr nake û wiha dibêje, “Ez li ber destê dapîra xwe mezin bûm. Dapîra min bi min re hafizeyeke kolektîf ava kir, her tim behsa serpêhatiyên berê dikir. Tesîra van serpehatiyan li ser min gelek e.”
Reng û formên xweşik yên li pişt keviran
Celayir, dibêje ku “Peykerûn” bi Kurdiya Kirmanckî tê maneya ciyê li pişt keviran dimîne û pêşangeha xwe jî bi van hevokan rave dike; “Nexasim havînê li gundê xwe derbas dikim. Di van mehan de ronahiyek pirr xweşik heye li gund. Pêşangeha Peykerûn jî bîranînên min ên gund re girêdayî ye; bîranînên zarokatî û ciwaniyê. Her wiha xwezaya vir ya dewlemend ku gelek reng û formên xweşik dihewîne tevgereke kozmîk bi min dide hîskirin. Bi vî awayî ez jî pak û paqijtir dibim. Di warê heyînê de jî hin nihêrînên dîtbarî û ramanî bi min re çêdike ev xweza. Ez tim tiştên ku kela canê min radikin kifş dikim li vir. Berhemên di pêşangeha Peykerûn de tên nîşandan lêpirsînên min yên hunerî û her wiha bîr û boçûnên min yên jiyanê ne. Dikarim bibêjim ku ev pêşangeh ji bo min vegeriya heyîneke mîtolojîk, metaforîk û xeyalî jî.”
Mahmut Celayir kî ye?
Di sala 1951’an de li Bîngolê ji dayîk bûye. Di navbera salên 1972 û 1976’an de li Stenbolê, Dibistana Bilind ya Hunerên Bedew de perwerdeya hunerî girtiye. Di navbera salên 1976 û 1978’a de jî li Înstîtûya TV ya Eskişehirê di warê grafîk û sêwirmendiya dikê de xebitiye. Di navbera salên 1982 û 1984’an de jî li Şanoya Dewletê ya Stenbolê dîsa karê sêwirmendiya dikê kiriye. Piştî salên 80’ê li Sttutgarta Elmanya bi cî bûye û heya roja îro jî li wir dijî. Heya niha gelek pêşangehên wî yên solo çêbûne. Her wiha di gelek pêşangehên têkel de jî xebatên wî hatine nîşandan. Celayir niha jî xebatên xwe di navbera Bîngol, Stenbol û Berlînê de didomîne.