- Wezareta Tendirustiya Peruyê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane bûye 26’an û 61 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Li Peruyê di xwepêşandanên piştî ji kar dûrxistina Serokkomar Pedro Castillo de, 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Serokkomarê Peruyê Pedro Castillo 7’ê Kanûna îsal ji aliyê Kongreya wî welatî ve ji wezîfeyê hat girtin û şandin girtîgehê.
Ew biryar rastî nerazîbûna beşek ji xelkê Peruyê hat. Li gelek bajarên welêt bi hezaran kes daketin qadan û doza îstifakirina Serokkomarê nû Dina Boluarte û berdana Castillo kirin.
Wezareta Tendirustiya Peruyê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane bûye 26’an û 61 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di nivîsa ku li ser hesabê Twîtterê yê ofîsa Ombudsmanê hat parvekirin de, ji ber mirina di xwepêşandanan de ji dozgeriyê hat xwestin ku “lêpirsîna lezgîn” bê destpêkirin.
Ji ber tundiya hêzên ewlehiyê û zêdebûna hejmara kuştiyan di xwepêşandanan de, 2 wezîrên hikûmeta Peruyê 17’ê Kanûnê ji wezîfa xwe îstifa kiribûn.
Li aliyeke din pêşniyara Boluarte ya ji bo lidarxistina hilbijartinan di Kanûna 2023’an de ji aliyê Kongreya Peruyê ve hat redkirin.
Mesele ji ber çi qewimî?
Serokê berê yê Peruyê, Castillo 7ê Kanûnê ji aliyê Kongreya wî welatî ve bi hinceta “bê kefayetiya exlaqî ya domdar” ji kar hatibû dûrixstin.
Herwiha hatiye îdîakirin ku Castillo hewl daye “xebatên giştî dagir bike, xebatên hêzên dewletê asteng bike û nîzama destûrî binpê bike.”
Pedro Castillo piştî biryara xwe ya bo hilweşandina Kongreyê û avakirina hikûmeteke awarte ya neteweyî hat girtin. Piştî ku Castillo di 7ê Kanûnê de ji aliyê Kongreyê ve ji kar hat avêtin û ew şandin girtîgehê, li seranserê welêt xwepêşandan dest pê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN