Serhildana resen ya Lîlîlth û Hawa

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Îlon 2023 - 00:15

  • Şêwekar û hunermenda performansê ya Perûyî, Wynnie Mynerve ji bo serpêhatiya mîtolojîk ya Lîlîth û Hawayê vebêje, tabloyeke 20 metreyî yê bi navê “The Original Riot” (Serhildana Resen) çêkir. Ew bi vê tabloya xwe, hişmendiya baviksalar rexne dike û dinyayeke alternatîf ya femînîst ava dike.

Di hunerê de fîgûrên Adem, Hawa û Lîlîth pirr hatine bikaranîn. Şêwekara Perûyî, Wynnie Mynerve jî bi mîtolojiya Mezopotamya û Cihûyan dadikeve. Ew Hawa û lîlîth weke sembolên li hember nihêrîna baviksalariyê resm dike û ji bo resm bike jî tuwaleke 20 metreyî bi kar aniye. Ev resmê wê yê mezin û bi heybet, weke pênc panelan hatiye hazirkirin. Ev resmê wê cara ewilî ye ku di pêşangeha wê ya solo da tê nîşandan. Pêşangeha Wynnie Mynerva li muzexaneya navdar a li New Yorkê, New Museumê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Heta niha li New Museumê resmekî bi vî awayî mezin nehatiye nîşandan.

Navê resmê ku çêkiriye jî “The Original Riot” (Serhildana Resen) e. Ew di resmê xwe de parsûyê rastê yê Ademî derdixe û vî parsûyî dide Hawayê. Piştî ku parsûyî dide Hawayê, li fezayê destaneke bi heybet û dramatîk ava dibe. Ev destan di heman demê de weke heyfhilanîna ji baviksalariyê ye jî. Di resmê Mynerve de Hawa û Lîlîth peymanekê datînin da ku ew li hember baviksalariyê serî netewînin û bi hevre dinyayeke ku ti mexlûqat li wir serî natewînin, ava dikin. 

Mynerve ji bo vê xebata xwe tiştekî gelek balkêş jî kiriye. Wê parsûyê xwe yê rastê bi amelîyatê daye jê kirin û vî parsûyî jî di pêşangehê de nîşan dide. Ew parsûyê xwe li ser peykerekî nîşanî xelkê dide. Yanî bi awayekî fîzîkî meseleya Lîlîlth ji me re vedibêje. Ew dixwaze tenê ne bi awayekî manewî lê bi aweyekî maddî jî bi meseleyê dakeve. Wê ji bo pêşangehê kurtevîdeoyek jî hazir kiriye û di vê kurtevîdeoyê de dibêje, “Ji bo ez nîşan bidim ku ev sêrpêhatiyeke rasteqîn e, diviyabû berhemeke min a bi vî awayî hebûya da ku ez serpêhatiya Lîlîlth û Hawayê biçespînim.” 

Xulqandineke afirîner ji bo Lîlîlt û Hawa

Mynerve bi vê tabloya xwe, Lîlîthê ji nûve zindî dike. Dema ew vê tabloyê disêwirîne, bi mîtolojiyê dadikeve. Li gorî mîtolojiya Mezopotamyayê Lîlîth jî bi Ademî re ji heman heriyê hatiye afirandin. Lîlîth yekem jina li ser rûyê dinyayê ye. Lê di dîrokê de Lîlîth her tim weke jineke bê awe hatiye nîşandan. Jineke bi tehlûke ya ku weke “necis” jî tê binavkikirin. Ji ber ku wê, dawa wekheviyê kiriye û gotiye ez û Ademî wekhev in ji bihiştê hatine dûrxistin. Ji ber vê yekê Hawa ji parsûyê Ademî çêdikin da ku ji Adem re xizmetê bike. Mynerve ji vê serpêhatiya mîtolojîk sûd werdigire û behsa wê naleta ebedî ya li ser Lîlîthê dike. Ev tabloya wê weke fantaziyekê ye û Mynerve ji bo vî karê xwe dibêje, “xulqa afirîner” ya sêrpêhatiya Lîlîlth û Hawayê. Ew bi vê tabloyê xwe di heman demê de li hember xulqandina heyî ya desthilatan, ku di hunerî de jî xulqandineke serdest heye, xulqandineke afirîner ava dike. Yanî ew li ber rêgezên heyî yê hunerî jî radibe.

Fîgûr mirovahiyê temsîl dikin

Di tabloyê Mynerve yê bi navê “The Original Riot” de fîgûrên balkêş gelek in. Hin fîgûrên ku dişibin dêw û necisan, dirûvên balkêş jî hene ku ewran belav dikin û formên cuda ava dikin. Her wiha perên ferîştahan jî hene li ser tabloyê û serê memikên jinan jî. Neynûkên dirêj û parsûyên ku li derveyî bedena jinan mane jî hene. Mynerve nîşan dide ku hêza Lîlîlthê ne ji ber ferîştahbûna wê ye; heta ev tişt ne xema wê ye jî û naxwaze wê weke ferîştahekê jî nîşan bide. Lê ew li asîman ji Lîlîth re serweriyekê ava dike, weke ku li wir beheştê bi rêve dibe. Mynerve ji bo fîgûrên xwe yên balkêş dibêje, “Fîgûr ji bo min mirovahiyê temsîl dikin, ew parçeyên goşt in. Ji destpêka hunerî heta îro fîgûr serpêhatiyên insanan temsîl dikin. Fîgûrên min bêhtir jin in. Jin in, ji ber ku karakter û fîgûrên mêran min dîn dikin û hin caran jî ez ji wan ditirsim.”

Serî natewînim li ber ferzkirinên civakê

Mynerve xwe weke hunermendeke femînîst dibîne û dibêje, “Civak dixwaze min kedî bike û bedena min bi dest bixe. Lê ez jî keseke bê awe me, ti carî serî natewînim. Her wiha zû bi zû razî jî nabim bi wan tiştên ku civak li ser min ferz dike. Ez jî bi ruhê hunerî enerjiyeke nû diafirînîm. Ji xwe karên min ên hunerî jî bi helwêst û sînorên min ên di jiyanê de bêhtir bi pêş ketin û teşe girtin. Ji lewre, ez gelek caran ji xwe dipirsim, “gelo ez dikarim di kîjan warî de tiştên nû ava bikim ku rêyeke şoreşê ji min re vekin. Tenê ne di hunerê de her wiha di jiyanê de jî van pirsan ji xwe dikim û lêgerînên min ên bi vî awayî hene. Jixwe, di bingehê projeyên min hemûyan de jî ev lêgerîn û pirs hene.”

Senaryoyên dubare yên xerab hene

Mynerve dide zanîn ku ew di her xebateke xwe de derbarê mirovahiyê de bêhtir fêrî tiştan bûye, lê dîsa jî ev agahiyên ku bi dest xistine kêm dibîne. Ji lewre ew bi rêya resm û performansên hunerî hizr û hîsên xwe derdibire. Nexasim jî di warê bedena insan de hûr dibe û dixwaze bi hunerê tiştên ku kifş kirine, nîşan bide. Mynerve huner û jiyanê jî bi vî awayî dinirxîne, “Jiyan bi serê xwe berhemeke hunerî ye; ev berhem dema hûn çêdibin dest pê dike û bi mirinê jî bi dawî dibe. Lê ji bo min girîngtirîn tişt ew e ku ez bi koreografiyên nû derkevim hemberî xelkê. Ji lewre senaryoyên ku niha tên dubarekirin, jidil jî pirr xerab in û mirov nikare bi heman senaryoyan di hunerî de rêçikên nû ava bike. Her wiha ev rewşa hanê mirov diêşîne jî.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.