Li NRW’ê seferberiya Kurdan

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 02:58

  • Kurd û Elewiyên li NRW´ê ji bo hewarê bigihînin mexdûrên erdhejê seferber bûne. Nexasim jî jin û ciwan pêşengiya van xebatan dikin.

ARAT ARARAT / BIELEFELD

Li gelek bajarên Elmanyayê ji mexdûrên erdhejê kampanya tên organîzekirin. Li eyaleta herî mezin a Elmanyayê Nord Rhein Westfalenê (NRW) jî li gelek bajarên weke Bielefeld, Herford, Paderbornê seferberiyek di nava Kurdan û dostên wan de heye da ku alîkarî û hewarê bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê. Saziyên Kurdan û Elewiyan ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûne; jin û ciwan jî pêşengiya vê seferberiyê dikin. 
Beriya çendekê, li bajarê Herfordê, li devereke qelebalix a nava bajêr dezgeh ji bo alîkariyê hat danîn. Parlamenterê SPD´ê yê Herfordê Stefan Schwartze jî çû serdana dezgehê. Xelkê ku destekê didin dezgehê jî bi hêviya zûzûka alîkariyê bigihînin mexdûran, piştgirî û hevgirtina xwe xurt dikin. 

Biraziyê min sax bû xilas nekirin

Di binê konê li ser dezgehê de Henîfe ya ji Meletiyê jî amade ye. Ew dibêje, “Biraziyê min di roja 6´an a piştî erdhejê de jî sax bû. Ekîbeke alîkariyê ya ji Erziromê pê re peyiviye. Biraziyê min dibêje, cihê min fereh e, pêşî yên din xilas bikin. Paşê AFAD tê û karê wan dide sekinandin. Şaredar paşê tê wir, 20 deqîqeyan şovê dikin li ber kamerayan. Paşê xebata rizgarkirinê disekinînin. Dibêjin wê komeke din bê. Destûrê nadin xizmên me jî biçin hewarê. Di dawiyê de 11´ê Sibatê 5 cenaze derxistin.”

Bacên erdhejê xwarin

Umut Polat ê ji Meletiyê yê li Herfordê dimîne, ji ber ku hewar negihiştiye mexdûran ne razî ye. Ew dibêje, ew ji navçeya Meletiyê Kurecikê ye û zirareke mezin gihiştiye malbata wî. Di dewamê de nerazîbûna ji hikûmeta AKP´ê wiha îfade dike: “Hikûmeta AKP´ê 20 salan baca erdhejê ji xelkê stand. Niha ew milyar lîre ji holê winda bûne, ev skandalek e.” 

Heyva Sor alîkariya her kesî dike

Li bajarê Bielefeldê jî li meydana Jahnplatzê konek ji bo berhevkirina alîkariyê hat vedan. Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Bielefeldê ev kon veda. Pereyên li vir tên berhevkirin ji Heyva Sor a Kurdistanê re tên şandin. Ji xebatkarên Heyva Sorê Apê Silêman dibêje, Heyva Sor alîkariya insanî dide her kesî. Jinên Êzîdî jî tevlî xebatên berhevkirina alîklariyê dibin. 

Ciwan pêşengiyê dikin

Navenda Çandê ya Elewî ya Bielefeldê (BAKM) jî kampanyaya alîkariyê bi rê ve dibe. Bi pirranî ciwan pêşengiya xebatê dikin. Eylem Uslu ya ji Erzincanê dibêje,  “Armanca me ew e ku em van alîkariyan bigihînin cihê cih.”

Li Bielefeldê wekî din komeke din li cem Karstadtê alîkarî berhev kirin. Yek ji wan Nazım Aydogan e. Ew jî gundê Kurecikê Dumukluyê ye. Ew dibêje, li gund maleke tenê ya saxlem nemaye. Wan 9 hezar û 150 euro alîkarê da Heyva Sor a Kurdistanê û saziyên din ên alîkariyê. 

Ciwanan kon veda

Li Paderbornê jî ciwanên Kurd li navenda bajêr, konek veda û li ser dezgehekê xwarin firot. Bi vê yekê jî alîkarî ji mexdûran re berhev kirin. Ciwanan alîkarî ji Heyva Sor a Kurdistanê re şand. Ciwanan got, “Herî zêde Elman, Rûs û Îtalyanan alîkarî da. Pirraniya wan nedizanî Heyva Sor çiye. Dipirsîn ka kî ye! Gava me ji wan re rave dikir ew hewarê digihîne mexdûrên erdhejê, wan jî alîkarî dida.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.