- Li Katêdrala Notre Dame ya li peytexta Fransa Parîsê goreke (lahît) 700 salî hate dîtin. Notre Dame sala 2019’an şewitîbû û niha tê restorekirin.
Li Katêdrala Notre Dame ya li peytexta Fransa Parîsê goreke (lahît) 700 salî hate dîtin. Notre Dame sala 2019’an şewitîbû û niha tê restorekirin.
Piştî ku agir bi katêdralê ketibû, arkeologan li wir dest bi lêkolînan kiribû û di dawiya kolanên bin erdê de pergala ku katêdral pê hatiye germkirin hat kifşkirin. Xetên boriyan yên bi tuxlayan hatine çêkirin vê yekê eşkere dikin. Li gel vê yekê arkeologan goreke 700 salî jî dît.
Mezel ji sedsala 14’an heta îro di bin erdê de bi awayekî baş hatiye parastin û tiştek pê nehatiye.
Li gorî seroka Înstîtûya Lokolînên Arkeolojiyê (INRAP) Dominique Garcia, ev mezel dê derabarê merasîmên veşartina miriyan de agahiyên nû bide.
Di 15’ê Nîsana 2019’an de agir bi Ketêdrala Notre Dame ketibû û zirareke mezin lê bûbû.
PARÎS