Îsal li bajarê Emerîkayê New Yorkê ji bo cara 5´an Festîvala Filman û Çandî a Kurdî (Kurdish Film and Cultural Festival-5th Edition) bê lidarxistin. Weke carên berê festîval wê 3 rojan dewam bike, ji 10 ta 12´ê Îlonê wê çalakiyên çandî bên kirin û film bên nîşandan. Îsal Hagop Kevorkian Center û Beşê Lêkolînên Rojhilata Navîn ên Zanîngeha New Yorkê sponsoriya festîvalê dikin. Di ser malpera www.nykfcf.com re mirov dikare xwe bigihîne agahiyên berferehtir û bilêtan bikire. Bernameya tam a festîvalê jî wê li ser vê malperê bê eşkerekirin.
NEW YORK