Rojnamevan Matt Broomfield ji Medya News re li ser helbesta Hejal Ahmed (Kajal Ahmad) nivîsandiye. Ew dibêje, di şiirên Kejal Ahmed a ji Kerkûkê de arîşeyeke helbestî heye. Bi ya Matt Broomfield ji berhemên Kejal Ahmed diyar e ku ew dizane, Kurdbûn tenê ne bersiveke çareserker e beramberî hiyerarşiya dewletê. Ew dibêje, “Berhemên wê redeke dildar a dubendiyên tiral - di navbera zilamê serwer û jina bêdenkirî, dewleta mêhtinger û hindikahiyên bêhêz, zordestê xirab û Kurdî tovrind de -  pêk tînin. Dengê helbestî yê Kejal Ahmedê bêhtir ji wî mekanê bêdeng xuya yê neerênî çêbûye û wî mekanî îfade dike, pê re jî ew kêmasiya van dubendiyan di îfadekirina rastiyên siyasî, çandî û civakî yên Kurdistanê de derdibirre.”

 

Bicihbûn ne tercîh e

Ew balê dibe ser hizra bicihbûn ya di helbesta Kejal Ahmed de û dibêje, “Kejal Ahmed dihizire, heger Kurd 'bi cih' bibin, dibe ku ew ji bo xwe 'koloniyekê' çêkin. Ev tansiyona misêwa û vederkirin çi qasî ji bo rêxistina siyasî lazim be, ew qasî jî ji bo îfadeya jidil a helbestî jî heye. Weke di rêûresma tevgera siyasî ya Kurd a xwerexnekirinê, 'bicihbûn' ti carî ne tercîhek e.”

 

Gelo behsa teoriya gulê dike? 

Li gorî Matt Broomfield, ev ristên wê “Weke dirîhejîrekê / Min sitirî çêkirin / Ji ber şikestina dilî” esas doktrîna tevgera azadiya jinê ya xweparastinê ya bi navê teoriya gulê bi bîra mirov dixe. Ev teoriya ku Ocalan ji bo xweparastinê pêşniyaz kiribû, behsa wê yekê dike, ka çawa gula ku ti tişta wê nîne jî xwe bi sitiriyan diparêze.

NAVENDA NÛÇEYAN