Li Minbicê çekên jehrî bikaranîn

Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:15

DÎCLE EHMED / ANHA / MINBIC

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çekên jehrî jî di nav de, tevahî cureyên çekan li dijî herêmê bi kar anîn.

Çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker ji 1`ê Îlonê ve bi awayekî hovane êrişê gundên bakur û rojavayê Minbicê dikin û qadên sivîlan dikin hedef. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin û heta niha tevahî êriş hatine têkbirin.

Nikarin xwe li ber me bigrin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dem demê gundên navçeya Erîme ya rojhilatê Babê topbaran dike û qadên sivîlan dikin hedef.

Elî El Yûsif anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina sivîlan armanc dike vîna hêzên meclisê bişkîne û got:’’Dagirker nikarin li hember hêzên me yên fedaî xwe ragirin.”

El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 7 salan ve êriş dike û di encamê de windahî û zirarên mezin li milkên sivîlan bûne.

Li Til Torînê çekên jehrî bikaranîn

El Yusif di dewama axaftina xwe de got: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmê topbaran û bombebaran dikin. Tevahî çekên sivik û giran wekî kilaşînkov, moşekavêj û balafirên bê mirov bi kar tîne. Vê dawiyê bi bombeyên ku dûmana spî derdixe  gundê Til Torîn ê nêzî eniyên şer topbaran kir. Li gor agahiyên li ber destê me, ew çek ên jehrî ne.”

El Yusif aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li seranserî eniyên şer ên di navbera herêmên dagirkirî û yên rizgarkirî yên bakur û rojavayê Minbic û Babê de bi cih kirine û got: “Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cehbet El Nusra), li seranserî eniyên şer û gundên ku şêniyên wê bi zorê hatine derxistin, bi cih bûne û herêm kirine qadeke leşkerî.”

Ew ne eşîr çete ne

El Yusif îdiayên çeteyan ku ′Ciwanên eşîran di nav hêzên wan de hene′ derewandin û got: “Îdia dikin ku artêş ciwanên eşîran e. Lê dema hêzên me bersiva êrişan dan, derket holê ku ew komên êrişkar Cebhet El Nusra ne.”

Elî El Yusif bal bire ser hevgirtina xelkê herêmê û hêzên leşkerî jî û got: “Em xelkê vê herêmê ne, ji ber wê jî şênî piştgiriya me dikin. Li ser vê bingehê em soz didin ku bersiva tevahî êrişan bidin û rêya şehîdan berdewam bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.