Ji sala 2008’an û şûn de her sal bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mihrîcan tê lidarxistin. Mihrîcana îsal ku cara 13’an e, tê çêkirin, doh bi vekirina pêşengehek ya berhemên hunerî ve dest pê kir. Di pêşangehê de tablo, wêne û karên destan ku ji aliyê xwendevanan hatine amadekirin, tên nîşandan.
Bernameye 3 rojan a mihrîcana 4’ê Nîsanê wê sibe bi beş werzişî ve dom bike.
MEXMÛR