Li Mexmûrê azad in

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Mijdar 2021 - 23:23

  • Xurbet Tunç: Kel û pelên me ji bo çêkirina tablo û wêneyan ji derve tên, lê ji ber rêgiriya heyî, zehmet e em wan bînin. Ji bo me tiştekî gelek mezin e ku em di nava evqas bê derfetiyan de jî xwe neçarî PDK’ê nakin û berheman bi pêş dixin. Me ti caran negotiye, derfet nîne, em ê dest ji vî karî berdin.

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS/MEXMÛR

Jina ciwan a penaber Xurbet Tunç hunermendeke şêwekariyê ye û, li Wargeha Mexmûrê dimîne. Ew dibêje, ji zaroktiya xwe ve ew êş û azarên civaka xwe, bi taybetî êşên jinên penaber xêz dike û xwe bi berhemên hunerî îfade dike.            

Tunç  ji zaroktiya xwe ve hez ji xêzkirina wêneyan dike û ji ber wê hîna piçûk e, ew dest bi çêkirina wêneyan dike. Ew her wiha diyar dike ku ew wêneyên xwe hem bi tablo û hem jî bi pênûsa reş çêdike.

Tunç dide zanîn ku wê her tim bi hevalên xwe re wêne çêkirine û dema ku ew zarok bû, di pêşengeheke 4’ê Nîsanê de wê berhem pêşengehê dîtine, wê pêşangehê bandor li wê kiriye. Piştî hingê, wê jî xwestiye bibe wênesazeke mezin.

Kargeha Şehîd Delîla derfet e

Xurbet Tunç, behsa hezkirina xwe ya li beramberî wênesaziyê dike û wiha dipeyive: “Ji zaroktiyê heta niha, hertim hezkirineke min beramberî çêkirina wêneyan hebû. Ev hezkirin ne ji rêzê bû, ji ber ku min xwe di wêneyan de hîs dikir. Min êşên civaka xwe ya penaber di wêneyan de dîtiye. Ji bo ku ez û hevalên xwe hîn bêhtir bi pêş bikevin, em çûn kargeha Şehîd Delîla. Ev kargeh sala 2004’an ji bo zarok û ciwanên wargehê hatibû vekirin. Kargeh ji bo bipêşketina me bû derfeteke mezin. Gelê wargehê di nava gelek zor û zehmetiyan de ji bo me derfet ava kirin. Ji bo ku em hêjayî keda gelê xwe bin, pêwîst e em hîn zêdetir xwe bi pêş bixin.”

Dîsa rêgiriya PDK’ê 

Tunç balê dibe ser rêgiriya PDK’ê ya ku nêzî sê salan e ku dewam dike, û destnîşan dike ku ji her hêlê ve dergeh li ser wan hatine girtin. Ew dibêje, ev rêgirî û ambargoya PDK´ê ji bo peydakirina derfetan û bipêşketina wan, astengiyek mezin e.

‘Me negotiye derfet nîne’

Xurbet Tunç tîne ziman ku ew ji ber rêgiriya PDK’ê nikarin hunerê xwe li derveyî wargehê pêşkêş bikin û dibêje, “Kel û pelên me ji bo çêkirina tablo û wêneyan ji derve tên, lê ji ber rêgiriya heyî, zehmet e em wan bînin. Ji bo me tiştekî gelek mezin e ku em di nava evqas bê derfetiyan de jî xwe neçarî PDK’ê nakin û berheman bi pêş dixin. Me ti caran negotiye, derfet nîne, em ê dest ji vî karî berdin. Berovajî me zêdetir xwe daye karê xwe.”

Wêneyên şehîdan jî xêz kirine

Xurbet Tunç, diyar dike ku ew di hunerê xwe de cih dide êşên dayîk û jinan. Her wiha dibêje, di nava civakê de hertim jin hatine piçûkxistin û êrişên herî dijwar li dijî jinê hatine kirin. Ji bo wê jî ew di tabloyên xwe de êş, azar, rastî û keda jinê dide pêş.

Tunç qala hunerê xwe dike û dibêje, ew ji zaroktiya xwe ve bi pênûsa reş xêz dike, lê belê ev du sal in ku wê dest bi çêkirina tabloyan jî kiriye. Ew her wiha dide zanîn ku wê bi pênûsa reş, wêneyên şehîdan xêz kirine û diyarî malbatên şehîdan kiriye.

Xwestek hebe

Xurbet Tunç behsa nêzikatiyên xelkê wargehê yên beramberî wan dike, û wiha dipeyive: “Di nava wargehê de gelek derfetên xebatê hene, û ji bo bipêşketina ciwanan jî nêzîkatî baş in. Di civaka me ya Mexmûrê de em azad in û em dikarin her karî bikin. Nexasim ji bo jinên ciwan, derfetên kar hatine avakirin û divê em jî li gorî wan derfetan karê pêwîst bikin.”

Xurbet Tunç di dawiyê de dibêje, heger xwestek hebe, her kes dikare di her karî de bi pêş bikeve.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.