Li Mexmûr agirê Newrozê hil bû

Sêşem 21 Adar 2023 - 02:14

Wek her sal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi kelecanek mezin Cejna Newrozê hate pêşwazîkirin. Li Wargehê cejna Newrozê bi tevlîbûna bi hezaran welatî û xwendevanan hate pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi hatina meşa xwendevanan re, qadê hejand. 

Bi hatina gel û xwendevanan qada pîrozbahiyê tejî bû. Piştre ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Budak ve axaftina vekirinê hate kirin.

 

Rêber APO 24 sal in li berxwe dide

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de Cejna Newrozê li Rêber Adbdullah Ocalan, tevahî şervanên azadiyê û tevahî gelê Kurd ê azadîxwaz pîroz kir û got;“Mîmarê vê rojê Rêber Apo ku 24 salin ji bo azadî û jiyanek birûmet, ji bo berdewamiya Newroza beriya bi hezaran salan Kurdekî azad bide avakirin îro li berxwe dide ji bo azadkirina Kurd û Kurdistanek azad hemû cûrê têkoşînê dimeşîne.”

 

Divê berjewendiyên gel biparêzin

Piştî axaftina vekirinê, bernameya pîrozbahiyê ji aliyê malbatên şehîdan ve bi pêxistina agirê Newrozê berdewam kir. Her wiha piştî wê mêhvanên ku ji derve de beşdarî pîrozbahiyê bûyîn, peyamên xwe dan. Berpirsê Komiteya Hizba Şuî Kurdistan a Mexmûrê Hawrê Cehfer Seyda li ser dikê Newroza gelê wargehê pîroz kir û peyama xwe xwend. Cehfer Seyda peyama xwe bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkir û got: “Pêwîste em hemû ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê bi hev re alîkar bin.”

Di rêze bernameyê de Hunermend Hesen Rênas bi stranên xwe ve derket ser dîkê. Her wiha piştî wê bername bi govenda komên dîlanê yên zarokên Mexmûrê berdewam kir. Hunermend Jîna Saqîzî, hunermed Mem Ozan û Xelîl Akin bi stranên xwe reng dan Newroza Mexmûrê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.