Li Mêrsînê êrişî Kurdan kirin 

Şemî 15 Gulan 2021 - 05:34

Malbateke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê çû Mersînê. Tirkên nijadperest êrişî wan kirin û 2 kes birîndar bûn. Êrişkar hatin tespîtkirin, lê belê rayedaran xwe kerr kirine. 

Bûyer li herêma Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê qewimî. Êrişker sê kes bûn. Êrişkaran bi işareta 'Gurê Boz' ku hêza paramîlîter a nijadperestên dewleta Tirk e, êriş kirin.

Dîmenên êrişa nijadperestî li ser medya dîjîtal hatin weşandin. Şahidê bûyerê Cîhan Kûtlûk di îfadeya xwe de diyar kir ku êriş ne meseleya rênedanê ye; kesên êrişkar pênc deqeyan sixêf li Kurdan kirin.
Êrişkar di heman bi kuştinê gef li her kesê wir û Kurdan xwariye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.