Li Mêrdînê tevgera dagirker

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 02:55

Li navçeya Stewrê piştî tevgera dagirkeriyê hate ragihandin bi ser malan de hate girtin. Diyar bû ku heta niha 3 kes hatine binçavkirin.

Li gundê Barman û Elfanê yên navçeya Stewrê yên Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Piştî biryara Walîtiya Mêrdînê, îro danê sibehê li herdu gundan jî bi ser malan de girtin. Leşkerên kirêkirî ên bi ser cendirmeyan ve gund dorpêç kirin û piştre jî tevî kûçikan bi ser malan de girtin.  

Tevî bertekan jî bi kûçikan lêgerîn hate kirin, mal hatin serûbinkirin û gef li welatiyan hatin xwarin. Di girtina bi ser malan de li gundê Barmanê Mehmet Erdem, Huseyîn Gunay û Alî Gunay hatin binçavkirin. 

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.