Li Mêrdînê 8 dagirker hatin kuştin

Yekşem 14 Gulan 2023 - 15:21

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarê kitekitên êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li eyaleta Mêrdînê yên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ji 27’ê Nîsanê heta 5’ê Gulanê, ev agahî parve kirin.

“Artêşa Tirk a dagirker, pozîsyona bêçalakîtiyê ya hêzên me yên gerîla ji xwe re kiriye fersend û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bêyî sekin êrişên xwe dewam kiriye. Li hemberî hêzên me yên li Mêrdînê, 27’ê Nîsanê dest bi operasyonên îmhayê kiriye û heta 5’ê Gulanê vê operasyonê dewam kiriye. Hêzên me yên li Mêrdînê, hem operasyonên dijmin ên 8 rojan ên teknîka şer hemûyî pûç kirin, hem jî derbên bi bandor li dijmin xistin. 

Hevrê Bahoz Çiya şehîd bû

Di tevgera 8 rojan de 8 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û hevrêyê me Bahoz Çiya jî şehîd bû. Nasnameya hevrêyê xwe Bahoz Çiya ku şehîd bûye, em ê paşê bi gelê xwe re bi hûrgilî parve bikin.  

Artêşa Tirk a dagirker, 27’ê Nîsanê li herêma Bagokê ya Mêrdînê, bi tevgerekê dest bi êrişê kiriye. 28’ê Nîsanê saet di 08.00’an de hêzên me li du komên dijmin xistin. Di vî şerê ji saet 08.00’an heta saet 10.00’an de 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Dagirkeran, bi helîkopterên êrişê herêm bombe kiriye. Artêşa Tirk, rastî ji gel veşartiye, gotiye ku bi tenê leşkerekî wê hatiye kuştin û behsa wendahiyeke gerîla kiriye. Lê di van pevçûnan de ti wendahiyên me çênebûne.

Tola Lokman Gorgun hat hilanîn

Hêzên me li dijî tevgera îmhayê ya ku li herêma Bagokê bi israr dewam dike, 30’ê Nîsanê baskekî operasyonê kirin hedef. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di operasyonê de 2’ê Gulanê saet 06:00’an, heman qad 4 caran bi balafirên şer û 2 saetan jî bê navber bi helîkopterên şer hatiye bombekirin. Dijmin bi helîkopteran gelek dagirker daxistine qadê û tevger berfireh kiriye. 2’ê Gulanê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û hevreyê me Bahoz Çiya bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Hêzên me bi awayekî bi bandor bersiv dan van êrişên bi armanca îmhakirina hêzên me û tola welatparêzê Kurd ê bêguneh Lokman Gorgun ê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hat qetilkirin û hevreyên me yên li Omeryanê şehîd bûn, hilanî.

3 dagirker hatin kuştin

Di tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî herêma Avaşînê de 12’ê Gulanê saet di 09:15’an de dagirkerên ku bi ser çeperan de dihatin, bi taktîka sabotajê hatin rawestandin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk dîsa rastî ji raya giştî veşart û tenê yek kuştiyê xwe eşkere kir.

2 dagirker hatin kuştin

HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk adagirker û çalakiyên gerîlayan ên 13’ê Gulanê de jî got;’’Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîla jî ji bo xweparastinê bersivê didin êrîşan. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Xakurkê

Sibeha 13'ê Gulanê dagirkeran heta nîvro bi obus û hawanan bombe li Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran barandin. Hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan dagirkeran.

13'ê Gulanê saet di 18:30'î de dagirkeran êrîşî Girê Şehîd Axîn kirin. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan dagirkeran û şer qewimî. Di encama vî şerî de çepereke dagirker tê de bûn hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

13'ê Gulanê qada Girê Bahar û qada Golka ya Metînayê 4 caran bi balafiran hatin bombekirin.

13'ê Gulanê li Xakurkê Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran, qadên Girê Axîn û Girê Bahar, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên li qada Sîdayê 17 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.