Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku dadgeha rejîma Îranê bi behaneya ku gel teşwîqê xwepêşandanê kirine, 12 sal cezayê girtîgehê li du melayên Kurd birrî.
Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyek de ragihand, di rojên borî de du mamostayên olî yên bi navê Luqman Emînî û Îbrahîm Kerîmî yên ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, bi behaneya ku propaganda li dijî hikûmetê kirine û gel teşwîqê xwepêşandanê kirine, dadgeha Hemedanê cezayê girtîgehê li wan birrî.
Li gorî daxuyaniyê dadgehê 11 sal cezayê girtîgehê û du sal jî cezayê dûrxistina ji karê melatiyê li Mela Luqman Emînî birriye.
Her wiha 12 sal cezayê girtîgehê û du sal jî dûrxistina ji karê melatiyê li mela Îbrahîm Kerîmî birriye.
NAVENDA NÛÇEYAN