Li malê bi hunerê daketiye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Gulan 2022 - 22:06

  • Wênesaz Canda Evdilqadir a 22 salî bi eşq karê wênesaziyê dike û odeya xwe bi tabloyên xwe xemilandiye û veguherandiye galeriyeke dewlemend. 

RONÎDA HACÎ / JÎNHA/HESEKÊ

Wênesaz Canda Evdilqadir a 22 salî bi eşq karê wênesaziyê dike û odeya xwe bi tabloyên xwe xemilandiye û veguherandiye galeriyeke dewlemend. Canda di heman demê de karê xwe difiroşe jî. Canda keça mezin di malê de ye, li taxa Til Hecer a Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê dimîne. Canda behsa hezkirina xwe ya ji wênesaziyê û karê xemlandinê kir.

‘Beriya nivîsandinê xêz hebûn’

Canda Evdilqadir dibêje, wênesazî derfeteke baş dide mirovan ku hestên xwe parve bikin û wiha peyivî: "Wênesazî tiştekî pirr xweş e, di dîrokê de beriya ku ziman û nivsandin derkeve, mirovan bi riya xêzan li ser şikeftan ji hev fêm dikir. Min pirr ji wênesaziyê hez dikir û heta niha jî hezkirina min dewam dike. Ji bo wênesaziyê bingehek lazim e. Piştî ku min peymangeha hunerî bi dawî kir, min bi pisporî dest bi xebatên wênesaziyê kir. Wênesazî derfeteke mezin dide mirovan û bi xêra wê mirov dikare hestên xwe parve bike. Wênesazî ji bo min tê maneya îfadekirina hest û zindîkirina tiştên sar .”

‘Ruhekî ava dikim’

Canda Evdilqadir di wêneyên xwe de xwezayê esas digire û ji bo wêneyên xwe dibêje, “Jin kesayeta wê wekî xwezayê ye û her xwe zindî dike. Ez pirr ji xwezayê hez dikim, di wêneyên xwe de xwezayê xêz dikim û ruhekî tê de ava dikim. Ez dihêlim ku kesên li tabloya min binihêre, hîs bike ku li xwezayeke zindî dinihêre. Bêguman her wêneyekî ku ez xêz dikim, xwedî peyam e.”

Canda Evdilqadir dibêje, asoyên jinên hunermend fireh in û ji bo bipêşketina jinê jî wiha dipeyive: “Di roja me ya îro de gelek kesayetên jêhatî û xwedî huner hene. Bi hêvî me ku ev kes xwe bi pêş bixin û hunera xwe veşartî nehêlin. Di vê demê de pêwîst e jinên hunermend xwe îsbat bikin û xwedî li hunerê xwe derkevin. Lê her wiha divê rastiya berxwedana heyî jî bibînin û baş pênase bikin. Jinên pêşeng, gavên pîroz diavêjin û divê hunermendên jin bibin şahidê van rojan. Bi vê yekê em ê karibin xwedî li siberoja xwe derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.