• Pêşangeha bi navê Leïla d’Arabie (Leyla ya Erebistanê) wê heta 27’ê Mijdarê li kitêbxaneya  Loudéacê be.

Pêşangeha bi navê Leïla d’Arabie (Leyla ya Erebistanê) wê heta 27’ê Mijdarê li kitêbxaneya  Loudéacê be.

Wênegir Jean-Matthieu Gautier ê ji Saint-Malo di pêşangehê de 65 wêneyên wî Adara 2019’an li Reqayê girtine, nîşan dide. 

Leyla Mistefa hevşaredara Reqayê, hingê ew li nav xirbeyên Reqayê gerandibû. Jean-Matthieu Gautier li ser vexwendina rojnamevan Marine Tilly çûbû Reqayê. Wê dixwest kitêbekê li ser Leyla Mistefa binivîse. Jean-Mattieu Gautier dibêje, “Leyla Mistefa ji bo jinûve avakirina Reqayê her dixebite”.

Di neh rojan de wî gelek wêne girtin, rê, avahî û xebatên jinûveavakirinê. 23 Mijdarê Gautier wê li kitêbxaneyê be û bersivê bide xwendekarên lîseyê. Êvarê saet 18:00’an jî ew ê ji her kesî re bipeyive. Derengtir sînemaya ‘Quai des images’wê saet 20:45’an belge filma li ser Leyla Mistefa Neh roj li Reqayê ya derhêner Xavier de Lauzanne nîşan bide.

PARÎS