Li Londonê resepsiyona Newrozê
În 21 Adar 2025 - 03:35
NEJLA ARÎ
Li Londonê bi malovaniya şaredariya Haringayê ku gelek Kurdistanî lê dijîn, resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Di resepsiyona ku li avahiya şaredariyê bi hevkariya Meclîsa Gel a Kurd a Londonê û şaredariya Haringayê pêk hat, Lîdera Şaredariya Haringayê Peray Ahmed, Seroka Şaredariyê Sue Jameson, Encumanê Şaredariyê Ajda Ovat û Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Îshak Mîlanî axaftin kirin. Yekemîn Parlementera Jin a Kurd a Îngîlîstanê û wezîra teknolojiyê Feryal Clark Demîrcî, Wezîrê Derve David Lammy, parlementer Bambos Charalambos û parlementer Cathrîne West jî peyamên bi dîmen şandin û cejna Newrozê ya gelê Kurdistanê pîroz kirin.
Siyasetvan, bûrokratên şaredariyê, karsaz û gelek kes û nûnerên ji navendên civakî tevlî resepsiyonê bûn. Jin û ciwanên Kurd bi cil û bergên neteweyî tevlî resepsiyonê bûn û xwarinên Kurdî û stranên Kurdî hatin pêşkêş kirin.
Ez serbilind im
Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd li Londonê Newrozê pîroz dike û xwedî li çand û nasnameya xwe derdikeve, îşaret bi aliyê azadîxwaz û aştîxwaz a gelê Kurd hate kirin. Lîdera Şaredariyê Peray Ahmed bi gotina ‘Newroz Pîroz Be’ dest bi axaftina xwe kir û bal kişand wateya Newrozê. Ahmed destnîşan kir ku ew serbilinde ku bûye parçeyeke ji vê organîzasyonê. Peray Ahmed her wiha îşaret bi geşedanên li Stenbolê kir û metirsiyên xwe anîn ziman. Herwiha diyar kir ku ew bi kelecane ji bo tevlî Newroza mezin a roja yekşemê pêk bê.
Newroz hêvî azadî û berxwedan e
Seroka Şaredariyê Sue Jameson jî spasiya beşdarên resepsiyonê kir û anî ziman ku cejna hatina biharê pîroz dikin û biryardariya jiyana bi hevre ya di nava kêfxweşiyê de destnîşan kir. Herwiha got gelê Kurd li Londonê û Haringayê bi tenê ji aliyê aborî ve na, ji aliyê çandî ve jî rengekê tevlî bajêr dikin.
Encûmena Şaredariya Haringayê Ajda Ovat jî bi Kurdî peyama Newrozê da û got:’’Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya hêvî, azadî û berxwedanê.’’ Ovat destnîşan kir ku ew serbilind in ku bi gelê Kurd re resepsiyona Newrozê lidar dixin û qala piştgiriya gelê Kurd a di jiyana civakî, çandî û aborî de kir.
Rêber APO bi banga xwe hêvî afirand
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Îshak Mîlanî jî got:’’Rêber APO bi banga xwe ya beriya Newrozê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyê hêviyeke aştiyê afirand. Şansê aştî û avakirina civaka demokratîk diyarî me kir. Em jî weke Meclîsa Gel a Kurd Newroza Rêber APO û Newroza we beşdaran pîroz dikin. Em ê jî ji bo avakirina civaka demokratîk tişta ji dest me tê bikin û bibin bersiva banga Rêber APO. Mîla Yewnanî ya ku bi navê Meclîa Gel a Kurd axivî jî got:’’Newroz bi tenê pîrozbahiyek nîne. Di heman demê de ji bo piştgiriyê, bihevre jiyanê û paşerojeke baş hêza têkoşînê ye.’’
Haringay mala Kurdan e
Wezîra Teknolojiyê Feryal Clark Demîrcî jî anî ziman ku Kurd ji aliyê aborî, civakî û çandî gelek tişt tevlî jiyana Haringayê û Londonê kirine û destnîşan kir ku Haringay a ku salên dirêj in malovaniyê ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd re dike, mala Kurdan bi xwe ye.
25 salin bi serbilindî temsîl dikim
Wezîrê Karên Derve Davîd Lammy jî îşaret bi wê yekê kir ku ew 25 sal in weke parlementerê Bakurê Londonê gelê Kurd bi serbilindî temsîl dike, ji ber li derveyî welat e nikare tevlî resepsiyonê bibe û xemgîniya xwe anî ziman. Gotinên xwe bi Kurdî ‘Newroz Pîroz Be’ bidawî kir.
Parlementer Bambos Charalambos jî hêviya paşerojeke bi tenduristî, ewle û bi hêvî ji Kurdan re kir û Newroz pîroz kir.
Parlementer Cathrine West jî ji ber nekarî fizîkî tevlî resepsiyonê bibe xemgîniya xwe anî ziman û got:’’Ew ê hemû civak û gelan re bi kelecan tevlî Newroza mezin a roja Yekşemê bibe.’’Hunermend Mervan Şan ku derkete ser dikê, bi stranên Newrozê beşdarên resepsiyonê coşandin. Li gel stranan beşdaran demeke dirêj govend gerandin.