Li Licê daristan şewitandin

Duşem 5 Cotmeh 2020 - 23:00

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê di nava tevgerê de ye. Li qada di nava tevgerê de ye daristanê dişewitîne.
Li gorî agahiyan, qada daristanî ya gundikê Horselê û derdora wê yên ser bi taxa Xosorê ya navçeya Licê ji aliyê artêşa Tirk ve êvara Yekşemê hate şewitandin.
Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) û helîkopteran di tevgera dagirkeriyê de agir bi daristanê xistin. Şewata li daristanê Sêşemê jî dewam dike û nayê vemirandin

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.