Li Licê, dewleta Tirk a dagirker di nava tevgereke eskerî de ye. Bi vê re bi ser gundan de digire û mirovan digire. Kal û pîr jî di navê de 13 kes hatin girtin.
Li bakur û bakur-rojhilatê navçeya Licê ya Amedê, artêşa Tirk pêr li nava erdê gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeyniyê ket nava tevgerê. Li gel vê li gelek gundan bi ser malan de girt. Keyayên gundan û mirovên extiyar jî di nav de 13 kes hatin girtin.
Kesên girtî birin Fermandariya Qereqola Jendermeyan a li Licê, piştre jî ew birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Amedê.
MA/AMED