Li Kurdistanê lehî
Çarşem 15 Adar 2023 - 23:41
Li Riha, Semsûr û Meletiyê lehî rabû û li gorî daxuyaniyan 1q kesan mirine.
Ji ber barana zêde gelek mal, kargeh û avahiyên xelkê di bin avê de man. Li Rihayê avê da ser rê, pir û tunelan. Sedema sereke jî ne li gorî şertan çêkirina vê binesaziyê bû. Xelkê bajêr nerazîbûn nîşanî rayedarên dewletê da.
Li çerxerêya Abîde ku beriya du mehan serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan vekiribû, neferên îtfaîyeyê ku çûbûn hewara xelkê jî ketin ber lehiyê. Nexweşxaneya Eyyûbiye jî di bin lehiyê de ma. Li bajêr rojekê navber dane dibistanê.
Li Semsûr û Meletî jî ji ber barana zêde lehî rabû. Li gorî daxuyaniyên destpêkê li Rihayê 4, li Semsûrê kesekê jiyana xwe ji dest dan. Piştre li Rihayê cenazeyê 5 kesên din hatin dîtin.
Li navçeya Wêranşar a Meletî piştî barana zêde konên mexdûrên erdhejê, di bin lehiyê de man. Sedem dîsa dewlet bû, lewma bi zora xwe konê mexdûran li cihên ne ewle vedabûn.
NAVENDA NÛÇEYAN