Li Kurdistanê bibîranîna Helebce

Çarşem 16 Adar 2022 - 22:15

  • Li seranserê Başûrê Kurdistanê qûrbaniyên êrişa bi armanca qikririnê ya li dijî Helebceyê, bi çalakiyên cihêreng hatin bibîranîn.

Li seranserê Başûrê Kurdistanê qûrbaniyên êrişa bi armanca qikririnê ya li dijî Helebceyê, bi çalakiyên cihêreng hatin bibîranîn. Li bakur jî li gelek navendan kîmyabarandina li Helebce ji ber rasthatina salvegera 34´an a êrişê, hat rûreşkirin.

Rejîma Beesê ya Iraqê, di 16’ê Adara 1988’an saet 11:05’an, li Helebceyê çekên kîmyewî barandin. Di êrişê de di cih de bêhtirî 5 hezar mirovî şehîd bûn û qederê 10 hezar mirovan birîndar bûn. Di encama êrişê de û ji ber bandora hejrê heta îro li gorî texmînan bêhtirî 40 hezar mirovî canê xwe ji dest daye. Ji ber wê jî doh saet 11:05´ê li tevahiya bajarên Başûrê Kurdistanê yên weke Koye, Kerkûk, Kelar, Hewlêr, Raperîn, Soran û bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê jiyan ji bo rêzgirtina ji şehîdan re rawestiya. 

HELEBCE: Komeleya Qurbaniyên Helebceyê, li ber avahiya xwe di salvegera 34’an de qûrbaniyên Komkujiya Helebceyê û Wezarareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê jî li Goristanan Şehîdên Kîmyabaranê, şehîd bi bîr anîn.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Helebceyê Luqman Ebdulqadir di merasîma li ber avahiya Komeleya Qurbaniyên Helebceyê de axivî û got, “Ev 34 sal in soz dane me û em li benda pêkanîna wê ne. Lê bila îsal guh bidin qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê. Îsal me xwest qurbanî biaxivin. Hêvîdar im ku berpirs guh bidin wan. Tişta ku kirine, qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê wê qebûl nakin. Ji ber ku li Helebceyê xizmetguzarî tine û şêniyên wê careke din dibin qurbanî.”

SILÊMANÎ: Li ber Seraya Silêmaniyê doh hunermendên Silêmaniyê kom bûn û şehîdên kîmyabarana Helebce bibîranîn. Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi gotina stranên nîştimanî û muzîkê, şehîdên Helebce hatin bibîranîn. Piştî stranên nîştimanî, sirûda neteweyî Ey Reqîb hat xwendin.

HEWLÊR: Li pêşiya Kelha Hewlêrê, bi nîşandana şanoyekê qûrbaniyên Helebceyê hatin bibîranîn. Bi şanoyê hizb û aliyên siyasî jî hatin rexnekirin, ji ber ku xizmetê ji bo Helebceyê nakin. Li Dibistana Amadeyî ya Kurdistan a Hewlêrê jî pêşangehek wêneyan hate vekirin. 

MEXMÛR: Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê, li navenda Saziya Malbatên Şehîdan, şehîdên Helebceyê hatin bibîranîn. Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen got, 34 sal di ser Komkujiya Helebceyê re bihurîne û hê jî Kurd tên qirkirin û komkujî dewam dikin. Bîlen bal bire ser bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê jî.

ÊLIH: Rêxistina HDP'ê ya Êlihê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna qurbaniyan, find hatin pêxistin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li vir got, armanc tinekirina gelê Kurd bû.

AMED: Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo qurbaniyên Komkujiya Helebceyê li ber Peykerê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû çalakiyeke bibîranînê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî "Me Helebce ji bîr nekir" hate hildan. Hevserokê Şaxê SES'ê yê bajêr, Şiyar Guldîken got, "Em ê ji bîr nekin û bi bîr bînin. Kê ev komkujî kiribe, em ê her tim hesab jê bipirse." Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan jî nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Êşa Helebceyê dewam dike. Lê belê vê komkujiyê nekarî pêşî li têkoşîna azadî û aştiyê ya Kurdan bigire."

RIHA: Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêweregê jî qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn. Li meydana Kanlikûyû, Berdevkê Platformê, Firat Ayebe got, "Îro dîktatoriya Sedam tine be jî li dijî Kurdan hîna zîhniyeta kujer bi şêweyên cuda dewam dike."

MÊRDÎN: Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê li ber avahiya xwe da zanîn ku, yê komkujî kir Saddam Huseyîn jî be her dewleta ku çekên kîmyewî danê û komkujî teşwîq kir, berpirsyarê komkujiyê ye.

ŞIRNEX: Hevserokê HDP'ê yê Silopiyayê Yakûp Taniş, li ber avahiya partiya xwe ya li navçeyê, got, Komkujiya Helebceyê yek ji komkujiyên herî mezin e ku li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd hatiye kirin: "Gelê Kurd bi berxwedana xwe bûye hêvî ji gelên bindest hemûyan re."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.