Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Kanûn 2022 - 03:34

Pêşangeha Wêneyan a Sêyemîn ku di 22’ê Kanûnê de li Eywana Firatê ya li Kobanê, bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido destpêkiribû, pêr bi dawî bû. 15 şêwekarên ciwan bi 60 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Wênesaz Cîhan Şehîn jî yek ji beşdarên pêşangehê bû. Wê piranî resmên kesayetên Kurd ên wekî Seyîd Riza, Qadî Mihemed, Yilmaz Guney û Jîna Emînî çêkiribûn. Cîhan Şehîn got, "Xwesteka min ew bû ku ez kesayetên Kurdî bi bîr bînim. Her wiha porên xwe jêkirin û bi tabloya Jîna Emînî ya ku bi rengekî hovane hate qetilkirin ve kir. Jîna Emînî bi rengekî hovane hate qetilkirin. Em keçên Kurd tevahî Jîna Emînî ne, Jîna Emînî em in û em Jîna Emînî ne. Em bang li tevahî jinên Kurd dikin ku her kes bi karê xwe rabin ser piyan." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.