Li Kobanê komkujî

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:00

Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî kirin. 5 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê ku li gel agirbestê jî êrişeke giran dibin ser gundên Kobanê, li gundê Xerab Hişkê komkujî kirin. Di encama êrişên çeteyan de 5 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Navê şehîdan bi vî rengî ye: Fatima Osman, Cemîle Ehmed Osman, Sulav Reşo Bozan Kedro, Cafer Mihemed Şêx Bozan (zarok) û keça Mihemed Şêx Bozan. Li gorî agahiyan, ji birîndaran navê 5 kesan bi vî rengî ye: Şerîhan Hec Mehmûd (33), Fatme Hec Mehmûd (17), Mesûd Şêx Bozan (5), Nisrîn Mistefa (25), Mihemed Şêx Bizan. Tê gotin, birîndar di binê kavilan de ne û fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Şervanên QSD û YPJ'ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişên çeteyan. Li gorî agahiyan li herêmê şer dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.