Li Kobanê hewaya hilbijartinan
Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:44
Nazmetên jin yên hevşaredarên Kobanê û Eyn Îsa diyar bûn
Rêxistina Kongreya Star bi daxuyaniyekê encamên pêşhilbijartinên jin diyarkirin ku li Kobanê Mizgîn Elûş û li Eyn Îsa Sena Xelîl bi serketin. Li gor encamên derketî holê, namzeta Kongreya Star Mizgîn Xalib Elûş 700 deng girt û Felek Yusif 386 deng wergirt. Her wiha ya navçeya Eyn Îsa jî Sena Xelîl Elî 194 û Ayat Îsa Abdullah 122 deng wergirt.
Doh jî li kantona Firatê di asta 9 navçe û beldeyên kantona Firatê de pêşhilbijartin pêk hatin û îro jî wê dewam bikin. Herwiha di 2’ê Gulanê jî wê pêşhilbijartinên diyarkirina namzetên mêr pêk werin.
NÛJINHA/KOBANÊ