• Akîra Kurosawa di filmê xwe yê “Dreams” (Xeyal) de beşeke bi navê “Qijik” ji bo Van Gogh veqetandiye. Di vê beşê de şagirtekî hunerê heye ku daxilî nav tabloyên Van Gogh dibe û dide pey şopa wî. Yanî ev beş behsa xeyala şagirtekî hunerê dike, bi saya şagirtî em jî daxilî nav tablo û xewnên van Gogh dibin û dinyaya şêwekarî ji nêz ve nas dikin. 

ARDÎN DÎREN

 

Vîncent van Gogh dema zarok bû bi nexweşiya zerikê ketiye an jî neketiye ez nizanim. Li ti deverê rastî agahiyeke bi vî rengî nehatim. Lê pêwendiya van Gogh ya bi rengê zer re yekser ev nexweşî anî bîra min û min ji xwe re got ew bi awayekî din bi vê nexweşiyê ketiye, nexweşiyeke hunerî ya zerahiya zeviyan. Gava mirov bi tabloyên wî dadikeve û li wan rengên zer ên di tabloyên wî de dinihêre, mirov tê derdixe ku ew ji piçûkatî ve bi vê nexweşiyê ketiye û tesîrên vê nexweşiya zerikê di dawiya emrê wî de jî her li ser hiş û mêjûyê wî bûye. Ji ber ew nexweşê rengê zer û pirêzeyên ku asoyên wan nayên xuyanê bû. Her wiha psikolojiya wî ya salên dawî û ruhê wî yê ku li ber deriyên bêdawîtiyê ji bo şêwekariyê dipirpitî ev yek nîşanî me dide. Ez dibêjim wî di zarokatiya xwe de nexweşiya zerikê bi zor û heft bela derbas kiriye û ji lewma jî pêwendiyeke wî ya şexsî heye bi rengê zer ango zerahiyê re. 

Ev pêwendiya wî ya bi rengê zer re di tabloyên wî de xwe dide der. Ji lewma beriya wî ti şêwekarî li zerahiyê bi vî awayî nenihêrîbû! Zerahiya gulberojan, zevî û rojê ya di tabloyan wî de zerahiyeke pirr xweşik e ku mirov jê têr nabe û nikare çavên xwe ji ser zerahiya wî bide aliyekî din. Mirov her lê dinihêre heta ku bi nexweşiya zerikê dikeve. Di wan pirêzeyên ku wî xêz kirene de mirov aso û awirên şêwekarekî delodîn dibîne. Delodîniyeke ku ti kesî jê fam nekir û ti carî xwe negihandê! 

 

Dînekî dera hanê!

Şêwekar van Gogh di sala 1890’î de jiyana xwe ji dest da. 29’ê meha Tîrmehê salvegera mirina wî ya 133’an e. Ji bo gelek kesan van Gogh “dînekî dera hanê” bû! Ji xwe beriya bimire jî kes ji hunerî wî fam nekir! Wêneyên ku çêkiribûn jî ji hêla gelek kesî ve weke wêneyan dînan hatin binavkirin. Dema ew li dinê bû û xêz dikir kes qîmet neda xebatên wî, hin rexnegirên hunerê û her wiha şêwekar jî xebatên wî piçûk dîtin û gotin van Gogh bê behre ye! Ji xwe ma kîjan şêwekar an jî hunermendê çê di wextê xwe de hatibû famkirin an jî qedir ji bo hunerê wî hatibû nîşandan ku van Gogh jî xatirê wî bihata zanîn. Dîroka hunerê bi serpêhatiyên bi vî rengî dagirtî ye. Yek ji wan serpêhatiyên balkêş jî ya van Gogh e. 

Wêneyên wî nedişibiyan yên beriya wî hatibûn çêkirin û şêwazeke wî ya cuda hebû. Wî dabû pey wextê ku li ber çavên wî derbas dibû ango kêliyên ku di xeyalên wî de hêlînekê çêkiribûn û wî aciz dikirin xêz dikir. Wî van kêliyan li gor nihêrîna xwe ango rastiya xwe şirove kir. Ji xwe reseniya hunerê wî jî ji ber vê rastiya wî dihat. Wî bi derbên firçeyan rastî û şêwazeke nû afirand di şêwekariyê de. Ev şêwaz û cehda van Gogh ya ji bo şêwekariyê dê piştî mirina wî bihatana dahûrandin û famkirin. Van Gogh kul, keser û tenêtiya xwe di tabloyan de nîşan da, tiştên ku bi qelemê û gotinê nedihatin ziman wî li ser tabloyan xêz kir û êşa dilê xwe bi vî awayî parve kir bi xelkê re. 

 

Xeyalên Kurosawa û van Gogh

Di salvegera mirina van Gogh de min berê xwe da filmê Akîra Kurosawa yê bi navê “Dreams” (Xeyal) yê ku di sala 1990’î de çêkiriye. Ev filmê Kurosawa yek ji filmên wî yên herî taybet û ciyawaz e bi min. Şêwaz û naveroka film jî ji filmên wî yên din cuda ye. Film ji 8 beşan pêk tê û ev her heşt beş jî xewnên Akîra Kurosawa bi xwe ne. Yanî wî xewnên ku tim dîtine kiriye senaryo û paşê jî filmên xewnên xwe girtiye film. Mirov dikare bibêje filmekî ontolojîk e ev film; behsa zarokatî, manewîyat, huner, mirin û çewtiyên insanan ên li hember xwezayê dike film. Her beşek bi serê xwe mijarekê şirove dike û weke epîzodên ji hev cuda ne. 

 

Qijik û zeviyên genim

Di nav van beşan de beşeke bi navê “Qijik” heye ku rasterast behsa serpêhatiya van Gogh û wan qijikên di tabloyê wî yê ku beriya mirinê çêkiribû, dike. Tabloyê bi navê “Qijik û Zeviyên Genim” tabloyê dawî yê van Gogh bû. Weke ku mirina xwe zû hîs kiribe wî ev tablo çêkiribû û Akîra Kurosawa jî bi dîmenan kêliyên ku van Gogh heman tablo çêdikir û di nav zeviyan de dimeşiya ji nûve zindî dike. 

Qedirzaniyek ji bo van Gogh

Di vê beşê de şagirtekî hunerê heye ku daxilî nav tabloyên van Gogh dibe û dide pey şopa wî. Şagirtê hunerê di nav tabloyên van Gogh de digere û me jî kaş dike bi pey xwe ve. Mirov naxwaze ji vê xewnê biciniqe û derkeve. Ewqasî herikbar û jidil e. Yanî ev beş behsa xeyala şagirtekî hunerê dike, bi saya şagirtî em jî daxilî nav tablo û xewnên van Gogh dibin û dinyaya şêwekarî ji nêz ve nas dikin. Elbet di vê daxilbûnê de dilsozî heye, ji xwe Akîra Kurosawa jî ji van Gogh gelekî hez dike û her wiha pirr wêneyên xweşik jî çêdike. Heta ew ji piçûkatî ve di şêwekariyê de xurt bûye û wî ev beş taybet weke rêzgirtinekê ji bo hunerê van Gogh girtiye film. Rêzgirtin û qedirzaniyek bêhempa ye, beşeke têra xwe pastoral e û serketî ye, di sînemayê de yek ji epîzodên herî afirîner û xweşik e. 

Gava ku şagirtê hunerê daxilî tabloyan dibe û li van Gogh digere, li ber çemekî rastî hin jinan tê ku cilan dişon. Dema ji wan dipirse ma we Van Gogh dîtiye, jinên li ber çem li şagirt vedigerin û dibêjin; “Erê di ser pirê re derbas bû û ber bi zeviyan ve çû. Lê hay ji xwe hebe ew di tîmarxaneyê de maye!” Wî zemanî her kes ji bo van Gogh ev peyv bikardianî, yanî heta jinên ku li ber çem cil dişûştin jî hay ji vê yekê hebûn! Şagirt paşê dimeşe ber bi zeviyan û heya ku van Gogh dibîne. Van Gogh dîsa weke her car ji xwe ve çûye û diresmîne. Piştî şagirt li cem xwe dibîne van Gogh jê re dibêje, “Xweza çi tiştekî bêhempa ye. Çi gava ku xwezayeke xweşik dibînim ez xwe winda dikim. Paşê weke ku di xewnekê de bim, menzere xwe boyax dike ji bo min, beriya ku ez wê boyax bikim. Mirov nikare xwe li hember vî tiştî bigire. Ji lewma weke koleyan dixebitim, weke lokomotîfeke ku ti carî nasekine û her dixebite.” 

 

Li ronahî azadiyê bigere 

Van Gogh beriya ji vê dinyaya kambax bar bike weke lokomotîfekê xebitî. Jiyan û berhemên wî nîşaneya hunera serbixwe û azad in. Her wiha qijik, zeviyên genim, pirêze, gulberoj û zerahiya di tabloyên wî de tenêtî û tengaviyeke ku em tênagihîjin jî îşaret dikin. Tenêtî û tengaviyeke ku xwe li ser hebûnê ava dikin. Her wiha ev hîs û dewsên darbên firçeyên wî rastiya van Gogh ya xweser jî nîşan didin. Ev rastî tenê rastiya wî ye ne ya kesekî din. Yanî zerahî û ronahiya rojê afirîneriya wî nîşan didin, afirîneriya ku azadiyeke nû raber dikir di şêwekariyê de. Ji xwe wî di nameyeke ku ji birayê xwe Theo re nivîsandibû de digot; “Li ronahî û azadiyê bigere û di ritma vê dinyayê de nefetise.” 

Rast e, van Gogh di tîmarxaneyê de mabû, lê xewn û xeyalên wî ti carî nehatin tîmarkirin! Ji ber afirîneriya wî nehate tîmarkirin ew bû Van Gogh û îro roj weke wan stêrkên di tabloyên xwe de şeva şêwekariyê û her wiha ya temamê hunerê ronî dike. Ji lewma jî van Gogh ew stêrk e ku tim li asîmanên hunerê dimîne û ti carî naxurice…