Li Kerkûkê pêşengeha ‘Keçeke Wênesaz’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:30

EHMED KERKÛKÎ / ANF / KERKÛK

Li Navenda Çandê ya Kerkûkê pêşengeha bi navê ‘’Keçeke Wênesaz’’ bi tevlêbûna gelek keçên hunermend hate vekirin. Li pêşengehê hunera keçên Kerkûkî hate nişandan. Yek ji beşdarên pêşengehê Meryem Azad got pêşengehên wiha wan motîve dikin da ku karê xweştir bikin.

Di pêşangehê de bi dehan tabloyên hunerî yên ku berhemên keçên wênesaz ên Kerkûkê ne, hatin pêşandan. Keçên wênesaz ên bajarê Kerkûkê di tabloyên xwe de behremendî û jêhatîbûna xwe nîşan dan.

Hawjîn Farûq keçeke hunermend e û xwendekara Peymangaha Hunerên Ciwan a bajarê Kerkûkê ye. Hawjîn hem bi tabloyeke xwe beşdarî pêşangehê bûye û hem jî yek ji amadekarên pêşangehê ye.

Hawjîn Farûq li ser pêşangeha “Keçeke Wênesaz”  got,"Min wek xwendekareke Peymangaha Hunerên Ciwan a Kerkûkê xwest pêşangeheke hunerî ji bo keçên bajarê xwe vekim. Min karî ez gelek keçên hunermend ên bajêr kom bikim û me karî em bi hev re vê pêşangehê vekin.”

Bila keç ji civakê netirsin

Hawjîn Farûqê bi domdarî destnîşan kir kesên tevlî pêşangehê bûne beşek jê xwendekarên Peymangaha Cİwan in û beşek jê jî ji behremendên wênesaziyê ne. Farûqê got,’’Di vê pêşangehê de 36 keçên hunermend bi 45 tabloyan beşdar dibin. Tablo pirreng in, lê bi awayekî serekî tabloyên keçan in. Peyama min ji bo keçan ew e ku bila ji civakê netirsin û karîn û behremendiyên xwe nîşan bidin.”

Meryem Azad ku bi du tabloyan beşdarî pêşangeha “Keçeke Wênesaz” bûye, got ew ji salekê zêdetir e dest  bi kare hunerî kiriye, bi teşwîqa hevaleke di kare wênesaziyê de li xwe zêde  kiriye û biryar li ser daye ku tevlî pêşengehê bibe.

Tabloyên pêkvejiyanê ne

Meryem Azadê behsa tabloyên xwe kir û ev tişt anîn ziman: “Ez ji çi tiştî hez bikim, wêneyê wê saz dikim. Îro jî ez bi du tabloyan beşdarî vê pêşangehê bûme ku yek ji tabloyên min periya deryayê ye, wêneyê din jî wêneyê wan cihan e ku ez dixwazim serdana wan bikim û her wiha tabloyên min nûnertiya pêkvejiyanê dikin.”

Pêşengeh mirov motive dikin

Di dawiya axaftina xwe de Meryem Azadê amaje bi girîngiya van cure pêşangehan kir û wiha domand: "Girîngiya van pêşangehan ew e ku em karên xwe nîşanî xelkê bidin û piştgiriya zêdetir bigirin. Ev cure pêşangeh dikin ku em ji bo karên xweşiktir motîve bibin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.