Li Keleha Aspeşîn dara jiyanê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 8 Cotmeh 2021 - 01:37

Di piraniya kelehên Xaldiyan de perestgeh û qesrên piçûk hene. Berê hemuyan li rojê ne. Piraniya perestgehên Xaldiyan jî bi Navî Xweda Xaldî hatine avakirin. Tev de bi berahiya 13,80 x 13, 80 yî ne. Lê li vir Aspêşîn li gel perestgeha Xaldî, perestgeha Îrmuşînî xwedayê bereketê jî heye. Cudahîya wan tenê ev e; cihê perestgeha Xaldî ji ya Îrmûşîn 30 metre bilintir e. Xuyaye bi vê pîleya nirxên xwedawendan nîşan dane. Hemû arkeolog di wê baweriyê de ne ku ev keleh bi perestgehên xwe ve, bi armanca bawerî, çand û aboriyê hatiye bikaranîn.

Berê em mijara awayê avakirina perestgehan vekin em tişteke girîng bi bîr bînin, hima bigire hemû lêkolîner û arkeologên Ewropî bîsta mijara lêkirina avahiyan vedikin, berê behsa „helenistîk“ dikin, li pey jî romanîtîstik tê rojevê, lê mijara Xaldiyan /Ûratuyan venakin. Di gelek keleh û perestgehên Xaldiyan de hunereke pir mezin heye. Lê ev teraştin, bicîhkirin, neqişandina kevirên kîlsê yên di van herdu perestgehan de hatne bikaranîn pir ji helenîstîkê pêşvetir e. Hem jî di sedsala 8. berê Mîladê de hantine lêkirin. Helenîstîk dûr e ye û romanîstîk jî bi awayek qopya helenîstîkê ye. Hemû arkeologên li ser keleha Aspêşîn xebitîne vê pirsê derdixin pêş: „Gelo helenîstîk ji hostatiya pispor ya Aspêşîn (Çavuştepe) hatiye wergirtin?“ Ev yekem keleh e ku lê bi navê xwedawendê bereketê Îrmûşînî keleheke bi awayê avadaniya sûşî hatiye avakirin, lema pir balkêş e. Key Ruşa li ser levhaya wê wiha nivîsîye:

„Berê min li vir ti tiştek nehatiye avakirin, piştî ez hatim ser text, min li vir perestgeheke Xaldî û ji bo Îrmuşîn jî perestgeheke sûşî avakir, li gel wê ji çemê „Gugunaînî“ (Avesor) qanalê avdanê jî vekir, ku bax û bostan û zevî were avdan, ax bi adan be.“

Di Nakropola Aspêşîn de jî nîşaneyên gelek taybet ên li ser jiyana Xaldiyan agahîyên têr dide me, derketin. Di nakropolê de li gel gorrên wek sandiq, Urne û awayê hobûyî. Li vir hin gorên ku bi alîgor, berserî hatine lêkirin jî derketin. Ev jî tê vê wateyî ku ev gorrên weke gorrên mislimanan tên zanîn wê serdemê jî hebûye û ti têkiliya xwe bi dînê îslamê re tine. Ev awa gorr kevneşopiyeke gelê me ye û îro jî ji rengê xwe yê bingehîn tiştek wenda nekiriye. Di gorrekê mezin de kesekî bi çar hespên xwe û bi kûçikê xwe ve hatiye veşartin.

Gorra herî taybet jî gorra jinekê ye. Ew bi xişir mişir, bi du mohran û hin alavên din re hatiye veşartinê, lê serê wê tine. Ev jî tê wê wateyê ku serê wê li cihekî hê bilindtir û anegorî baweriya wê demê li cihekî hê pîroztir hatiye veşartin. Mohrekê wê ji bronzê ye, yek ji mermerê avê ye. Wê serdemê ev mohrana tenê di destên rayedarên serweriyê û ticarên herî girîng de dihatin dîtin. Li ser mohra ji bronzê „dara jiyanê“ û hin nexşên din hene, li ser Mohra mermer jî wêneyê şêrekî û nîşaneya wê kesayetiyê (mohra) lê ye. Li ser gerdaniya wê nîşaneyên serweriya Xaltan baş tê xuyakirin. Bê wê mircanên ji bironz û zîvê, kevirê akîk, kornalîn û pirîtê, qalikê kapûşkên avê, toqeyeke caminî, derziyên serî bi ajalan neqişandî. Tişta herî girîng jî ew qalikê kapûşkê yê ji kapûşkên Derya Sîpî ye.

Hêjayê gotinêye ku mirov bêje; bi taybetî „Dara jiyanê! Nîşaneyeke pir girîng e, ev dara jiyanê îro jî di nava gele me de xwerû di baweriya Êzdîtiyê de pîroz e û parake baweriyê ye. Li gel wê bi darên ziyaretan ve bend, parçê caw girêdan jî bi baweriya wê darê ve têkildar e.

Tişta din ya girîng jî ev e: Me di nivîsên pêşde mijara Mîhrgehên weke Deriyê Mihrgeha li Qilbanî Kay, Paganê û yên din vekiribû. Dema mirov ji dûr ve li van çalkirin yan jî nîşan dinêre, dibîne ku di teşeyê tîpa „T“ de ne, ji wê jî arkeolog ji van derîyên bi raz re „Nîşên bi teşeyên T“,  „Deriyên Kor“dibêjin. Hemû arkeolog di wê baweriyê de ne ku ev deriyana remzên deriyên perestgehan e. Hatiye bawerkirin ku wê Xweda û hêzên ser xwezayê re ji wan deriyan derkevin werin. Hem jî weke razeke di wateya deriyên wê cihana tarî û nayê zanîn de hatiye têgîhîştin. Yanê mîna çîroka „Epîfanî“ ango ew xişm û avzûna dema deriyê perestgehê vedibe, peyker û sembolên Xwedawendê sereke di selayê de xuya dike, ew jî wisa razeke xwerû diteyîsînin. Ji wê mirov dikane gelek wateyan li wan barbike. Ev jê tê wê wateyê ku ji Girê Mirazan vir ve stûn û teşeyên weke tipa „T“ yê pîroz û bi raz e, hem jî bi hev re têkildar in.

Weke vê mînaka jor piştî dîwarên ji kerpîçan ruxiyane, li pişt wan di zinarê kewkeyê kelehê pişta xwe dayîyê de ev „Deriyên kor“ derketine. Ev deriyên kor yên bi awayê tîpa „T“ bi berahiya 1,45 x 0,60 x 0,25 metreyî ne. Û wê razê baweriyê diteyîsîne.

Bêguman mirov dikane vê mijarê hê berfirehtir veke, lê weke agahî ev hersê mijareyên girîng bes in. Hetanî mijareyeke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.