Hunerê grafîtî ku ekserî em li kolanan, li ser dîwaran rastî wî tên niha li katedraleke Ingilîstanê pêk tê. Hunermendê grafîtiyê Ant Steel dê li katedralê kargehên grafîtî li dar bixe û di dawiyê de jî pêşangeheke ji xebatên grafîtî veke. Li katedralekê cara ewil e çalakiyeke hunerî ya bi vî rengî pêk tê. Katedralê da zanîn ku ew piştevaniya hunermendên herêmî dikin. 

Hunerê grafîtî ku bêhtir li kolanan ango li ser dîwaran û ji xelkê re vekirî tê îcrakirin, hunerekî li dinyayê berbelavbûyî ye. Ji ber ew ne hunerekî li salonan an jî li pêşangehan e, dikare bi xelkê re têkiliyên dilsoz biafirîne û kesên ev huner îcra dikin jî ne mecbûr in li akademiyan perwerde bibînin, gelek hunermendên grafîtiyê xwe bi xwe fêrî hunerê grafîtî bûne û xema di dilê xwe de li kolanan, li ser dîwaran xêz kirine. Hunermend Ant Steel jî yek ji wan hunermendên grafîtiyê ye ku bi xelkê re têkiliyên taybet daniye. Wî hunerê grafîtî her tim ji bo kêfa xelkê bîne bikar aniye û bi vê armancê karên gelek balkêş pêk aniye. Yek ji karên wî yên balkêş ku niha ew ê pêk bîne jî dê li katedralekê pêk were, belê vê carê ne li ser dîwarên li kolanan lê li katedralekê hunerê xwe yê grafîtî nîşan bide.

Ant Steel li Ingilistanê dijî û li wir tê naskirin. Ew niha hazirî dike ku li Katedrala St. Albans ya dîrokî kargehên grafîtî çêbike. Dê kargehên wî di meha Mijdara 2023’an de pêk werin. Piştî kargeh biqedin dê pêşangeheke ji berhemên grafîtî jî li katedralê li dar bikeve. Katedrala St. Albans ya li Brîtanyayê ji bo xelkên Xiristiyan katedraleke girîng e. Ew katedraleke pirr kevn e û hîna jî xelk diçe katedralê, yanî katedraleke vekirî û çalak e. Dema mirov li peywira katedralekê û ya grafîtiyê difikire dibe ku ev fikir ji mirovî re ecêb were lê ji bo hunerê qamûyî ango gelemperî dê balkêş be. Ant Steel jî dide zanîn ku hêze hunerê gelemperî gelek zêde ye û tesîra wê ya li ser xelkê jî ji hunerên din cuda ye. Ew hunerê xwe bi vî awayî bi xelkê re bi awayekî gelemperî parve dike û dê di warê grafîtiyê de dersan jî bide. Her wiha dê berhemên zarokan jî di pêşangehekê de werin nîşandan.

Ji bo zarok û mezinan grafîtî

Ant Steel piştî ku li katedralê dixebite û berhemên hunerî diafirîne xwe bêhtir xurt hîs dike. Ew ji xebat û çalakiyên hunerî yên li katedralê bi bandor dibe û di hunerê xwe de rêbazên nû kifş dike. Nexasim jî bi zarokên ku li taxên derûdora katedralê dimînin re dixebite û ji bo mezinan jî rêbertiyê dike da ku hunerê grafîtî bide famkirin. Îlhama ku li katedralê pê re ava bûye afirîneriya wî xurttir kiriye û her wiha armanca wî ya hunerê jî ber bi hin hêlên din ve biriye, hêlên ku hunerê wî bi manetir dikin.

 

Ji vê çalakiyê xweştir tiştek din nîne

Ant Steel ji bo karên xwe yên li katedralê got; “Di jiyana xwe de min gelek karên grafîtî pêk anî, lê niha hûn ji min bipirsin ji vî karê li katedralê girîngtir û xweştir tiştek din nayê bîra min. Her wiha ez ji xeynî vî karî niha naxwazim karekî din tercîh bikim. Berpirsyarên katedralê jî pirr dilsoz nêzîkî karên min dibin û dema dibînim zarok an jî şagirt bi hunerê grafîtî re têkiliyek taybet datînin pirr kêfxweş dibim, kela canê min radibe ji bo hunerê.”

Çalakiyeke bi vî rengî pêk nehatiye

Ant Steel hay ji bandora hunerê grafîtî heye û hêza hunerê grafîtî jî baş dizane. Her wiha ew bi van çalakiyan û kargehên hunerî berpirsyariya xwe ya li hemberî xelkê jî baştir fam dike. Li gor wî kesên ku li hember hunerê bê rêziyan dikin ti qîmeta wan nîne û bala wî bêhtir li ser hunerê gelemperî ye, yê ku ji xelkê re vekirî ye. Bi ya wî hunerê gelemperî dikare bi insanên din re têkliyên taybet ava bike û tiştinan fêrî wan bike. Li Katedrala St. Albans beriya niha çalakiyeke hunerî ya bi vî rengî pêk nehatiye. Ji lewma jî Ant Steel ev çalakî bi nirx dibîne. Ketedrala St. Albans bi piştgiriya xwe tê nasîn. Ketedralê heya niha piştgirî daye gelek hunermendên herêma xwe û ji bo hunermend karibin hunerê xwe pêk bînin çi alîkarî pêwîst kiribe qet texsîr nekirine. 

 

Ketedral piştgirê hunermendan e

Kevin Walton ku yek ji berpirsyarê katedralê ye derbarê çalakiyên hunerî yên li katedralê de got; “Katedrala St. Albans demek dirêj e, piştevaniya huner û hunermendan dike. Nexasim jî piştevaniya hunermendên herêmî dike. Hunerê Ant Steel jî bala me kişand û dema ew bi teklîfeke wiha hat katedralê me jê re negot na. Ew hunermendekî xwedî vîzyon e, nexasim jî xebatên wî yên civakî yên ku bi awayekî gelemperî pêk tîne nêzîkatiya wî ya dilsoz nîşan dide. Ji ber vî hawî ev nêzîkatiya wî ne dijberî vîzyona katedralê bû jî. Ji lewma me lihev kir û ev xebat niha bi kargehên hunerî pêk diçe serî.”

NAVENDA NÛÇEYAN