Li Kantona Cizîrê Şêwra Pirtûkên Ocalan

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:02

Jinên li kantona Cizîrê şêwra xwendinê ya pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan danîn ber xwe.

Bi nêzîkbûna salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star li navçeyên Girkê Legê, Amûdê, Til Hemîs, Çilaxa û bajarên Qamişlo û Dêrikê li kantona Czîrê, şêwirên xwendina parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li navendên Kongra Star ên li navçeyên navborî li dar xistin.

Jinan beşa parêzname û nirxandinên Rêber Ocalan ên der barê Komploya Navneteweyî de xwendin.

Endama rêveberiya Kongra Star a Çilaxayê Semer Hisên şêwira li navçeyê bi rê ve bir û got: "Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, divê felsefeya Rêbertî baş binirxînin."

Dûre pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.

Li navçeya Girkê Legê jî, endamên Kongra Star li navenda xwe ya li navçeyê, pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan xwend.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.