Li kampa Holê 7 çete hatin girtin

În 2 Tebax 2024 - 00:16

Di operasyonên ewlehiyê yên Hêzên Asayîşê de 7 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li kampa Holê de 7 çete hatin girtin. Di dauxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon piştî komkirina agahiyan û tesbîtkirina cihên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, roja  31’ê Tîrmehê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet (HAT) ve hat lidarxistin. Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamên HAT’ê bi ser 7 cihên ku çeteyan xwe lê vedişartin girtin û 7 çeteyên şaneyê binçav kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, di lêpirsînên destpêkê de çeteyên şaneyê li xwe mikur hatine ku plan dikirin di nava kampê de kiryarên tevlîheviyê pêk bînin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.