Li Kalkûtayê rojeke ji rêzê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Çile 2024 - 01:45

Ev wêneyê bi navê “Our Everyday” ê Billy Dinh di pêşbirka “The Independent Photographer” de xelata wêneyê herî serketî wergirt. Billy Dinh bi rengê wênegirê kolanan tê zanîn û ew li New Yorkê dijî. Lê wî ev fotograf li kolaneke bajarê Kalkûta yê Hindistanê girtiye.

Wênegir Michael Yamashita ku ev 40 sal in li National Geographicê dixebite bi wesfê jurî wêneyên li pêşbirkê nirxand. Wî derbarê wêneyê Billy Dinh got; “Ev fotograf di warê kompozisyonê de pirr serkeftî ye. Miro pir xweşik li dora wesayîta zer li hev kom bûne û Billy Dinh jî tam di wextê de wan diqefêle. Di wêneyê wî de gelek reng û îfade hene, her wiha tevger jî heye. Ew zilamê serî wî bi sabûn û lingên tazî bivênevê hin pirsan tîne hişê mirov û mirov tevgerên li ser wêne  meraq dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.