Li Îngîlistanê agirê Newrozê!

Duşem 4 Adar 2024 - 00:11

HÎKMET ERDEN / ANF / LONDON

Bi pêşengiya Platforma Civaka Kurd KIP’ê ve ku ji ciwanên Kurdistanî yên li zanîngehên Îngilistan ên mîna SOAS, UCL, Cambrîdge, Canterbûry û Oxfordê perwerde dibînin pêk tê, li Selby Center a Londonê ya Li Îngilistanê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Ji hemû parçeyên Kurdistanê bi sedan xwendekarên ciwan beşdarî merasîma Newrozê bûn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gelê Kurd jî beşdarî merasîmê bûn. Lê pêkhateyên ciwanan ên nêzî PDK’ê beşdar nebûn, vê yekê bal dikişand. Xwendekarên zanîngehê yên Kurdistanî bi taybetî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn û jinên ciwan bi rengê xwe ew der xemilandin. Ciwanan bi strana “Ha gerîla” govend gerandin û Newroz bi coştir kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de destpêkê Paywand Jaff derket ser dikê û bi stranên Soranî girse bi coş kir.

Piştre Mîr Serhed derket ser dikê û ciwanan dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Piştî Mîr Serhed, Hozan Diyar derket ser dikê. Hozan Diyar anî ziman ku li Başûr li dijî dagirkeriyê têkoşîn û berxwedaneke mezin tê raberkirin û got:“Gelê me li dijî xiyanetê li ber xwe dide. Dîsa li Rojhilat bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşa azadiyê ya gelê Kurdistanê didome. Şervanên me hene, îdeolojî, doz, ziman, welat û Rêbertiya me heye. Tenê tişta ku ji me kêm, yekîtiya neteweyî ye û divê em vê yekê pêk bînin. Newroz gava vî ruhî ye.” Hozan Diyar piştre bi stranên xwe girse bi coş kir. Di pîrozbahiya Newrozê de herî dawî hunermendê rapê Sharkz derket ser dikê. Her wiha li derveyî salonê jî agir hat vêxistin û bi vî rengî bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.