Li Idlibê şer zêde bûye

Sêşem 22 Îlon 2020 - 16:10

  • Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê bi dijwarî herêma Idlibê bombebaran dikin.

Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê bi dijwarî herêma Idlibê bombebaran dikin.
Rûsya û hêzên hikumeta Şamê ji beriya çend rojan ve êrişên xwe yên li ser gundewarên başûrê Idlibê zêde kirin. Ev yek piştî çend saetan ji hevdîtinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê, giraniya hevdîtinên dualî li ser mijara kêmkirina asta hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê û pêşniyarên Rûsyayê yên girêdayî komkirina "nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bûn.
Çavkaniyan diyar kir ku herdu alî li ser van mijaran negihiştin lihevkirinê, ji ber ku berpirsên Tirk xwestin nuqteyên xwe biparêzin.
Ev alozî tevî lihevkirina agirbestê ya Adara borî di navbera Rûsya û Tirkiyê de derket.
Li ser mijarê, rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Sûrî Malik Hafiz ji ANHA'yê re axivî.
Hafiz got: "Ji lihevkirina rûs û tirkan a di Adara borî de hatibû îmzekirin ve, tu nîşaneyên lihevkirineke daim ku li bakur û rojavayê Sûriyê were tesbîtkirin xuya nekirin. Ji ber ku bi gelek amûran binpêkirin hîna didome. Ne ji aloziya korona û rageşiyên dosyaya Lîbyayê bûya wê beriya bi mehan tevgereke mezin a leşkerî li herêmê pêk bihata."

Rûsya bi Tirkiyê re xira nake

Rojnamevan Hafiz diyar dike ku valatiya Emerîkayê çêkiriye Rûsya sûdê jê digire û di vê çarçoveyê de îşaret bi têkiliyên Rûsya û dewleta Tirk kir û got: “Rûsya naxwaze lihevkirina xwe bi Tirkiyê re xira bike, berevajî Îran, ku ev demek e hewl dide bi rêya hêza xwe bandora xwe li vê yekê bike. Rûsya lêçûnên mezin naxwaze. Ew jî hîn bûye siyaseta nêçîrvaniya gav bi gav bimeşîne, ev yek ji dema kontrolkirina bajarê Helebê di dawiya 2016'an de diyar bû, ji bilî vê yekê ku Rûsya dê tirkan bixe rewşek krîtîk di bûyera operasyona leşkerî ya berfireh.
Pevçûna Rûsî-Tirkî li Idlib hema bêje ne mumkine ku pêk were. Her çiqas nakokî di navbera wan de giran bûye jî lê ne mumkine bigihêje asta şerê çekdarî. Moskow ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî deman dane Enqere ku wekî şirîkekî xwe yê herêmî ji sala 2017'an ve dibîne. Lê hewl nade ku tiştên ku ava kirine xirab bike. Di navbera wan de projeyên hevbeş hene.”
ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.