Şamê li Idlibê da

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 28 Gulan 2024 - 00:56

Hêzên hikumeta Şamê bi balafirên xwekuj êrişî deşta Xabê kir û bi çekên giran gelek nuqte û baregehên li Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gelek dever li "herêma bêçek" bombebaran kirine. Her wiha bi 4 balafirên xwekuj eniya Inkawî ya deşta Xabê ya li rojavayê Hemayê jî bombebaran kirin.

SOHR`ê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran dora bajarê Dêr Sunbul, gundê Bare yê li başûrê Idlibê, baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li daristana Benîn a Idlibê topbaran kirine.

Duh SOHR`ê ragihandibû ku di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li eniya deşta Xabê de leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.