- Di êrişa hewayî ya li Cisr El Şûxûrê de 4 sivîl û 3 endamên çeteyan hatine kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hewayî yên Rûsan, li Idlîbê êrişeke bi balefiran pêk aniye û herî kêm 7 kes di êrişê de hatine kuştin.
Midûrê SOHR’ê Ramî Abdûl Rahman daxuyaniyek da AFP’ê û got, di êrişa hewayî ya li Cisr El Şûxûrê de 4 sivîl û 3 endamên çeteyan hatine kuştin.
Hat gotin ku di êrîşa yekşemê de hatî 25 kes jî birîndar bûne.
Rûsya ku piştevanê bingehîn ê hikûmeta Şamê ye, sala 2015’an rasterast tevlî şerê Sûriyeyê bû.
Herêma Idlîbê bi rengekî fireh, di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şamê de ye ku weke El-Qaîdeya Sûrî tê zanîn. Li herêmê hin komên din ên çete hene. Dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê dide komên çete.
NAVENDA NÛÇEYAN