Qaşo xelîfeyê DAIŞ’ê hat kuştin

Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:23

Li gor medya Erebî, di encama operasyoneke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de, pêncemîn xelîfeyê DAIŞ’ê li bakurê rojavayê Sûriyeyê hat kuştin.

Li gor medya Erebî ku agahiyên wan xwe dispêre çend çavkaniyek li nava Sûriyeyê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê operasyonek hewayî li devera Etme ya li gundên derdora parêzgeha Idlib a Sûriyeyê li darxistine.

Hatiye gotin ku di encama operasyona hewayî de pêncemîn xelîfeyê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê Ebû Hefs Haşimî Qureyşî hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.