Mihemed Seîd gelekî ji Rewanduz û dîroka wê hez dike. Wî li nava hewşa mala xwe bi şêweyekî hunerî Rewanduza berê çêkiriye.

Mihemed Seîd gelekî ji Rewanduz û dîroka wê hez dike. Wî li nava hewşa mala xwe bi şêweyekî hunerî Rewanduza berê çêkiriye. Vî karê wî hewşa wî kiriye weke mûzexaneyekê. Welatî jî rojane diçin serdana maketa li hewşa wî.

Rewanduza kevin ser bi Hewlêrê ye; gelek avahiyên serdema mîrnişîna Soran û Paşayê Mezin tê de hene. Niha ev avahiyên kevnar û kelûpelên wê roj bi roj ber bi nemanê ve diçin. Ji bo ciwanî û dîroka berê ya bajarok zindî bimîne, Mihemed Seîd ê ji gundê Kawlan, di nava hewşa mala xwe de bi awayekî hunerî bi heman şêwazê avahiyên Rewanduza kevin, maketa bajêr çêkiriye.

Mihemed derbarê karê xwe de got, “Armanca min a çêkirina vî karî ew e ku dîrok û şêwazê berê yê Rewanduzê biparêzim. Niha ev dîmenê berê yê bajarok di bîra welatiyan de nemaye ku bizanin ev bajar berê çawan bû û çi tê de hebû. Ji bona wê, min xwest bi vî awayî dîroka bajêr zindî bihêlim, welatî û geştiyar werin, bizanin li Rewanduzê ev cih hebûn.”

Mihemed di çêkirina vî karî de ber, çîmento û kelûpelên seretayî bi kar anîne. Li ser her xaniyekî jî navê wî nivîsandiye.

Mihemed bi salan ev kar kiriye, heta ku temam kiriye. Karê wî ji bo şêniyên bajarok û geştiyaran bûye cihê kêfxweşiyê û rojane ji bo dîtina karê wî gelek kes diçin serdana mala wî.

ROJNEWS/HEWLÊR