Li Hewlêrê şofêran rê li çûnûhatinê girt

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:18

  • Ji ber ku benzîn li benzînxaneyan nema, şofêrên taksiyên Hewlêrê çalakiyek li dar xist.

Ji ber ku benzîn li benzînxaneyan nema, şofêrên taksiyên Hewlêrê çalakiyek li dar xist. Şofêran demeke dirêj rêya sereke ya Hewlêrê li çûnûhatinê girt.

Li Hewlêrê pirsgirêka benzînê her ku diçe girantir dibe. Li Hewlêrê ji ber ku benzîna bi 690 dînarî nemaye, şofêran çalakiyek li dar xist û rê li çûnûhatinê girt.

Şofêr dibêjin, ji danê siharê ve ew  di dorê de ne, lê ji wan re dibêjin, benzîn nemaye. Şofêr dibêjin, ew nikarin benzîna giran bikirin, ya bi 690 dînarî jî têra şofêran nake. 

Hikûmeta Hewlêrê dinyayek petrolê difiroşe, lê hîna ne xwediyê wê binesaziyê ye ku karibe 6 milyon lître benzîna pêdiviya xelkê ye li Herêmê hilberîne. 

ROJNEWS/HEWLÊR 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.