QSD`ê ragihand ku Yekîneyên Antîterorê (YAT) pêr li dijî şaneyên çeteya DAIŞ`ê li başûrê Hesekê operasyoneke taybet kiriye û di operasyonê de 2 çete hatine kuştin, çeteyek jî hatiye girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên QSD`ê di 19`ê Tîrmehê de bi desteka Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) û Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Deşîşe yê Şedadê li dijî şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê operasyoneke taybet kir û şane bê bandor kir.
Di encama operasyonê de 2 endamên şaneyê hatin kuştin, endamekî çeteyê bi saxî hat girtin. Her wiha hin çek û cebilxane hatin desteserkirin: 2 Çekên AK-47, 2 telefon, demançeyek, bombeyek, 3 carcûrên debançeyan, rextek, çekeke nêçîrê.”
HESEKÊ