Li her derî 4´ê Nîsanê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:24

  • Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewrûpa û Rûsyayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewrûpa û Rûsyayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

MOSKOV: Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskovê, li Mala Kurdan civiyan û 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de li ser jiyana Abdullah Ocalan sînevîzyonek hate nîşandan. Nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê di pîrozbahiyê de peyam dan û diyar kirin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e, lewma li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hunermend Sare û Îbragîm Haciyev, Leyla Mgoyan û koma govendê ya Niştîman derketin ser dikê.

ÎVANOVA: Kurdên li vî bajarê Rûsyayê jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn li ser wateya rojê hestên xwe anîn ziman. Qisekeran diyar kir ku bêyî Rêber Abdullah Ocalan kesî qala hebûna gelê Kurd nedikir û wan got, çavkaniya têkoşîna Kurdan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

TAMBOV: Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê jî kom bûn û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Gelek zarok û ciwan di pîrozbahiyê de amade bûn. Zarokên Kurd helbestên li ser Ocalan nivîsandibûn, xwendin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

LÎNZ: Li bajarê Awusturyayê Lînzê, 4’ê Nîsanê roja yekşema bihurî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate pîrozkirin. Siyasetvanê Kurd Kemal Aktaş li pîrozbahiyê axivî û bal bire ser tecrîdkirina Ocalan. Aktaş anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd nikare azad bibe û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. 

Her wiha sînevîzyonek ji dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Di pîrozbahiyê de Koma Dem, Seher Saran, Hozan Kamber, Kawa Ûrmiye û Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

GROSSETO: Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê, bi pêşengiya Komîteya Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin, ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û gelên bindest e. Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.