Li her derê û ji bo herkesî muzîk

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Îlon 2021 - 23:52

FAHRETTÎN KILIÇ/EYLEM AKDAG / MA/AMED

Akademiya Ma Muzîkê ji bo pewistiya muzîkê ya bi perwerdehiya zimanê Kurdî û bi felsefeya “Li her derê muzîk, ji bo herkesê muzîk” dest bi xebatê kiriye. Wê miracaetên akademiyên xwe yên Akademiya Ma, Dengbêjî û Stranbêjiyê, û ya Zarokan da destpêkirin. Miracaet wê heta 30’ê Îlonê bidomin. Perwerdekarê Ma Muzîkê Hunermend Mesûd Gever, ji bo miracaetên akademiyên Ma Muzîkê bang li malbat û ciwanan dike: “Akademiya Ma Muzîke di heman demê de konservatuwara muzîka Kurdî ye.”

4’ê Cotmehê perwerde dest pê dike 

Mesûd Gever ji bo destpêka perwerdeyê got; “Ji 1’ê Cotmehê heta 3’yê Cotmehê em kargehên hilbijartinan çêdikin. Em ê li gorî beş û asta kesên miracaet kirî, hilbijêrin, û em ê kontenjanan diyar bikin. 4’ê Cotmehê jî perwerde wê dest pê bike.”

Şagirtên par bûn mamoste

Gever diyar kir ku Akademiya Ma Muzîkê konservatuwara muzîka Kurdî ye û wiha dewam kir: “Akademiya Zarokan ji bo xwendekarên 6 û 14 salî ye. Akademiya mezinan ji bo kesên 15 ta 30 salî ye. Naveroka perwerdeyan di warê muzîkê de hûn çi bixwazin heye. Ji solfejê heta amûrên weke piyano, tembûr, santûr, bilûr û heta meqamê. Piştî astekê kargehên performansan tên.

Akademiya stranbêjî-dengbêjî û ya mezinan 3 salan didome. Yên ku niha li akademiyê perwerdeya muzîkê didin, demekê şagirt bûn. Heta ji zarokatiyê dest pê kirin. Niha mamoste ne. Dema xwendekaran piştî sê salan bi awayekî serketî akademî qedand, ew ê perwerdeya muzîkê bidin.”

Xebatên me qet nesekinîn

Mesûd Gever, da zanîn ku ji ber şewba vîrûsa koronayê jî wan tevdîrên xwe girtine: “Dema pandemiyê dest pê kir, me xebatên xwe yên komî sekinandin û yek bi yek şagirt girtin, lê dema vîrûs zêdetir bû, me onlinê perwerdeyên xwe dewam kirin, em qet nesekinîn. Ji hela paqijî, maske, dezenfektanan ve jî me bergiriyên xwe girtine. Heke di rojên pêş de nexweşî dîsa zêde bibe, em ê li gorî şert û mercên demê tevbigerin û perwerdezê dewam bikin.”

Gever, bang li malbat û ciwanan kir da ku miracaetî akademiyan bikin: “Em ji malbatên xwe re ji ciwan û zarokên xwe re dibêjin, Akademiya Ma Muzîke di heman demê de konservatuwara muzîka Kurdî ye. Ma Muzîk di vî warî de alternatîf e. Her malbata me dikare zarokên xwe bi dilekî rihet bîne vir û qeyda wan çêke. Tişta ku li konservatuwarekê hîn bibin, li vê derê jî dikarin hîn bibin. Lê li ser hîmên çand û muzîka Kurdî ev pêk tê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.