Li hemberî mêr-dewlet çek danaynin

Sêşem 4 Sibat 2025 - 03:35

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ Zinarîn Kobanê, armanca şer û êrîşên li herêmê rû didin, destwerdana HTŞ'ê ya li rêveberina Sûriyê re û rewşa jinan a piştî serdestiya HTŞ'ê ya li Sûriyê, nirxand. Zinarîn Kobanê balkişand ser şerê ku li beramberî hêzên YPJ'ê û QSD'ê tê kirin û got:"Gelek hêz û hêzên HTŞ'ê jî di nav de, bi girtina rêveberiya Sûriyê û dagirkirina qadê re ya di nava çend rojan de, bi vê biryarê xwestin bi ser hêzên azadiyê de jî bên. Lê piştî ku bi berxwedana YPJ'ê û QSD'ê re rûbirû man, zanîn ku wê ev şer wek şerê ku li Sûriyê qewimî ye nebe û QSD wê teslîmkariyê qebûl neke. Ji ber vê yekê gelek êrîşên dijwar li Bendava Tişrînê û derdora wê hatin meşandin û heya niha li bendavê pevçûn diqewimin. Ew ê bi pevçûn û êrîşên xwe tu car nikaribin hêz û vîna şervanên QSD'ê û YPJ'ê li bendavê bişkînin."

Jin jiyan azadî felsefeya me ye

Zinarîn Kobanê da zanîn ku wê tu car li hember sîstemên desthilatdariyê çeka xwe danaynin  û got:"Ji aliyê gelek hêzên wek HTŞ'ê, hikûmeta AKP'ê û hêzên navnetewî ve bang dikin ku em ê çeka xwe deynin an na? Di vê demê de pirsek bi vî awayî bê kirin, mirov şaşmayî dike. Em di qadekê de ne ku rojane bi êrîş, komkujî û dagirkeriyê re rûbirû dimînin. Êriş li ser jin û civakê heye. Bi taybetî li ser jinan êriş hene. Li beramberî feraseta mêr-dewlet wê tu car çeka me danekeve."

Zinarîn Kobanê diyar kir ku bingeha HTŞ'ê, Cebheta El Nusra ye û ji pêşketinan re ne vekirî ye û got:"Piştî hatina HTŞ'ê û bidestxistina rêveberiya Sûriyê, ew îdîa dikin ku şoreş ava kiriye. Lê hêzên ku li derdora hikûmeta Colanî îro kom bûye, tenê hêzên wî ne. Her kes dizane ku hêza HTŞ'ê ji ku derê hatiye, ew berê bi Cebhet El Nusra û El Qaîdê dihate nasîn. Ev hêz jî bi feraset û zihniyeta AKP'ê dijî, hatine perwerdekirin.

Em tu car qebûl nakin sîstema cîhadîst li herêmên me bên ferzkirin. Azadiya jinan li Sûriyê tê astengkirin û ew bi fikar in hember sîstema HTŞ'ê. Feraseta ku yek alî be û wekheviya her du zayendan qebûl neke, em tu car vê sîstemê napejirînin. Îro YPJ bûye çavkaniya îlhamê ji hemû jinan re. Hêza ku xwe demkî li ser erdê Sûriyê ava kiriye, sîstemek îradeya jinê nas nake. Ji ber vê yekê her roj li ser me dagirkerî, komkujî, destdirêjiya li ser jinan tên ferzkirin. Wek hêza YPJ'ê em gelek bi şans in ku xwedî vî gelî ne û divê em hemû bi van pêvajoyên dîrokî ku em tê de qedera xwe diyar dikin bihesin. Îro li Bendava Tişrînê tevî êrîşan jî, gel rihê berxwedan û têkoşîna xwe bi rêya govend û tilîliyan zindî dike. Heya ku ev rih di nava gel de hebe, em weke YPJ, berxwedan û têkoşîna xwe xurtir dikin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ku me hemû jin li derdora xwe kom kiriye, em ê di Sûriya nû de xwedî maf û îrade bin."   

NÛJINHA/HESNA MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.