Li Helebê pêşangeha şêwekariyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Cotmeh 2021 - 01:25

Yekitiya Hunermendan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê pêşangeha şêwekarî ji bo bîranîna şêwekar Mihemed Seydo Reşo, vekir.  Pêşangeh li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li kêlek herêma Cebanat hat vekirin.

Bi dehan hunermendên ji bajarê Helebê bi tabloyên xwe yan jî bi hunera destan tev li pêşangehê bûn. Her wiha bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, gelek rexnegir û şêniyên taxê jî beşdarî pêşangehê bûn.

Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Hunermendan a Helebê Yara Hesko destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina pêşangehê ew e ku hevkariyê di navbera hunermendan de zêde bikin, ew jî bi rêya cihekî wan li hev kom bikin û pêdiviyên wan dabîn bikin.

Yara Hesko destnîşan kir ku pêşangeh ji bo hemû hunermendên ku dixwazin xebatên xwe ji civakê re pêşkêş bikin hatiye vekirin. Yara Hesko di dawiyê de hunermendê nemir Mihemed Seyd Reşo ku pêşangeh bi navê wî ye, bi bîr anî.

Hunermend Mihemed Seydo Reşo di sala 1960`î de li navçeya Şera ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Xwendina xwe di fakulteya hunerên bedew a Zanîngeha Şamê de di salên 1980`yî de bi dawî kir û gelek pêşangehên wî li Şam, Heleb, Beyrût, Parîs û Viyanayê jî hebûn.

2005’an rehmet kir

Yek ji xebatên wî yê herî girîng niha li peytexta Romanya ya Bukreşê ye. Mihemed Seydo Reşo di sala 2005’an de 45 salî li Belçîka koça dawî kir. 

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.