Li Helebê merasîma leşkerî
Çarşem 16 Tebax 2023 - 00:05
Bi boneya salvegera Pêngava 15′ê Tebaxê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf ê Helebê merasîmeke leşkerî li dar xist. Endam, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl di merasîmê de amade bûn.
Ji fermandarên YPJ′ê Rojda Efrîn axivî û salvegera Pêngava 15′ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, dayikên şehîdan û gel pîroz kir û got:"Di vê rojê de fermandar Mahsûm Korkmaz fîşeka yekemîn berda eniya dijmin. Teqandina fîşeka yekemîn bû destpêka têkoşîna çekdarî. Ji gelê Kurd û gelê bindest re bû hesta tolhildan û rizgariya ji qeydên koletiyê. Bi ked û fedakariya şehîdan em gihiştin vê qonaxa pêşketî ya şoreşê. Em ê têkoşîna li ser xeta Pêngava 15′ê Tebaxê ku roja vejîna gelê Kurd e, bidomînin û destkeftiyan pêk bînin."
Merasîm bi dirûşmên "Bê Serok jiyana nabe" û"Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
ANHA/HELEB