Di encama erdheja pêr êvarê de, li Helebê hejmarek avahî hilweşiyan û hin kes birîndar bûn.
Erdehêj li Hatayê li Sûriye, li Rojavayê Kurdistanê, li Misir û Lubnanê hate hîskirin.
Ji ber îhtîmala rûdana erdhejeke din, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji malên xwe derketin.
Li gorî rayedarên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqûsdê, gelek rewşên tirs, daketina tansiyonê, şikestina hestûyan û birînan çêbûne.
Çavkaniyên cihî diyar kirin ku li taxên Bustan Paşa, Salihîn û Ferdos ên Helebê, hejmarek avahiyên ku di erdheja 6ʹê Sibatê de ziyan li wan bûbû, hilweşiyane.
Li Şehbayê jî piştî erdhejê koçberên Efrînê yên di malên nîv kavilkirî de, xwe li kampan girtin.
Şêniyên Kobanê şêveder bûn
Erdheja li Hatayê, bandor li Kobanê jî kir. Bi rûdana erdhejê re xelkê Kobanê berê xwe da konên Rêveberiya Xweser û bi şev li binê konan ma. Şêniyên Kobanê şeva xwe li binê konan derbas kir.
NAVENDA NÛÇEYAN