- Li Helebce ji bo Şeva Yelda, şahiyek hat lidarxistin.
Li Helebce ji bo Şeva Yelda, şahiyek hat lidarxistin.
Beriya bi du rojan li Salona Çalakiyan a Helebceyê bi boneya Şeva Yelda şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de gelek welatî amade bûn. Hunermend Mihemed Reuf Kerkûkî, Tara Resûl, Aryan Kerîm û çend hunermendên din stran gotin û helbest xwendin.
Derbarê pîrozbahiyê de Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Helebce Mihemed Fetah got, “Îşev Şeva Yelda ye, şeva herî dirêj e, ji bona wê, me ev şahî li darxist û xwest kêm kêfxweşiyê bixin nava dilê beşdaran.”
Şeva Yelda, şeva herî dirêj e û dawiya demsala Payîzê ye. Bi vê boneyê li tevayî Kurdistanê û Îranê çalakî û şahiyên taybet tên li darxistin.
ROJNEWS/HELEBCE