Li Helebce festîvala berhemên çandiniyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 8 Cotmeh 2020 - 23:00

Li Helebce cotyarên herêmê berhemên xwe yên çandiniyê di festîvalekê de nîşan didin. Cotyar ji bo bikarin berhemên xwe bifiroşin çalakiyên wiha gelek girîng dibînin.
Li Helebce doh festîvala berhemên çandiniyê destpê kir. 10 cotyarên Helebce berhemên xwe yên weke tirî, hinar, lûbî, bacanr, goz û gelek berhemên din ên çandiniyê pêşandan. Wê festîval îro bi dawî bibe. Cotyar jî berhemên xwe pêşkêşî kiryaran bikin.
Festîval li baxçeyê cotyar Azad Mihemed ê li herêmê mînake hatiye lidarxistin. Ji ber ku cih biçûke gelek cotyaran nekarî tevlî bibin. Heta niha gelek kesan serdana festîvalê kiriye.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.