Li Gundikê Melê dema DEM’ê ye

Şemî 16 Adar 2024 - 00:49

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajaroka Gûndikê Melê ya Şirnexê Gulsun Atak û Ferît Artûç diyar kirin ku piştî serketina di hilbijartinan de ew ê gelek projeyan pêk bînin. 

Ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê, Gulsûn Atak û Ferît Atuç wekî namzetên hevşaredariyê yên bajaroka Gundikê Melê yê Şirnexê di pêşhilbijartinên DEM Partiyê hatin diyarkirin. Atak û Artûç ên xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, behsa projeyên xwe kirin.  

Atakê bal bire ser xebatên şaredariya niha ya HDP’ê û got: “Hevalên me di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de bi ser ketin û 5 salan ev der bi rê ve birin. Bi serketina şaredariyê re nasnameya jinê di rêveberiyê de cih girt. Daxwaz û pêdiviyên jinan ên li bajêr esas hatin girtin. Di lêkolînan de gotin, fikir û biryarên jinan esas hatin girtin. Her sal ji bo jinan çalakî hatin lidarxistin. Di warê çand û hunerê de proje hatin çêkirin. Di xebatan de pêwendî bi hemû jinên bajarokê re hat danîn." 

Atakê diyar kir ku dema di serdema nû de dest bi wezîfeyê bikin ew ê xebatên heyî hê zêdetir pêş bixin.

Em ê feraseta dijî jinê bişkînin

Atakê got: “Li bajêr rêjeya xwendin û nivîsandinê ya jinan zêde ye. Di gelekwarên karsaziyê de cih digirin, lê di qada siyasetê de hema bêje tune ne. Mêr di siyasetê de hewl didin rê li jinan bigirin. Jin di nava hêza kedê de cih digirin, lê jin ji aliyê mêran ve di nava saziya biryardayînê de tên astengkirin. Hevala me ya jin a ku di serdema berê de hevşaredar bû, ji bo heq ji vê derkeve gelek hewl da. Dema ku em hatin ser desthilatdariyê, em ê pêşî vê ferasetê bişkînin û em ê bikin ku jin di proje û rêveberiyê de di mekanîzmaya biryardayinê de bin." 

Ji bo jinan dahata aborî

Atakê diyar kir ku li bajarê ku sewalkarî lê zêde ye jin bi giştî şîr û berên bişîr çêdikin û dibirin navenda bajêr û difroşin û wiha got: “Dema ku em bên ser kar em ê hewl bidin ku jin di kar û xebatên xwe de çalaktir bibin. Em ê berhemên jinan ji wan bikirin û em ê li marketa ku ava bikin bifiroşin. Bi vî awayî em armanc dikin ku dahata aborî ji jinan re peyda bikin."

Namzetê Hevşaredariyê Ferît Artûç jî diyar kir ku ew ê projeyên nû li projeyên rêveberiya şaredariyê ya heyî zêde bikin. 

Çareseriya pirsgirêka bêkarbûnê 

Artûç diyar kir gelê bajêr bi giranî bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike û got ku ew ê pirsgirêka bêkariyê ya li bajêr çareser bikin. Artûç da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên gelê bajarokê pêdiviya qadên jiyana civakî ne û got: “Di qadên jiyana civakî de kêmasî hene, bi taybetî jî yên ciwanan. Dema ku em bên ser kar, em ê navendeke civakî ava bikin ku ji qada fûtbolê heya bi ya avjeniyê û tenîsê tê de hebin. Em ê şaredarîvaniyeke şefaf pêk bînin. Em ê tabloya dahat û lêçûnên şaredariyê her meh bi gel re parve bikin. ‘’

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.